Sêyemîn Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li bajaroka Xanesorê bi tevlêbûna 250 delegeyan dest pê kir
Kongreya 3’yemîn a Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi dirûşma ‘Rêxistina civaka êzidî bingeha jiyana azad û demokratîk e’ û bi tevlêbûna 250 delegeyan li bajaroka Xanesorê dest pê kir.
Dê di kongreyê de rewşa siyasî ya herêmê, bandora wê ya li ser civaka êzidî, rewşa rêxistinî û ji nû ve avakirina meclisê bê gotûbêjkirin.
Tê payîn ku kongre heta êvarê dê berdewam bike. ŞENGAL