Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hevalê Îrfan Kiliç ê qawîşê kêliyên bûyerê vegot

Hevalê qawîşê yê Îrfan Kiliç ku ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê çalakiya fedaî pêk anî, Mehmet Akyuz qala kêliyên çalakiyê kir. Akyuz got ku dema derketine sihbet û spora bi girtiyên din re, Kiliç çalakî pêk anî ye

Girtiyê siyasî Îrfan Kiliç di 3’yê tîrmehê de li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Kandira ya Kocaeliyê bi armanca şermezarkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê, çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina Kiliç, îdiaya ‘înfazê’ hate kirin. Der barê mijarê de hevalê qawîşê yê Îrfan Kiliç, Mehmet Akyuz axivî. Akyuz di 10’ê tîrmehê de hate berdan û têkildarî çalakiya Kiliç ji MA’yê re axivî.

Mehmet Akyuz diyar kir ku demekî ew û Îrfan Kiliç di heman qawîşê de bûn û wiha dom kir: “Roja ku heval Îrfan Kiliç çalakî pêk anî ango 3’yê tîrmehê, roja sihbet û sporê ya bi girtiyên din re bû. Min got ez ê biçim sihbetê û Îrfan û hevalên din jî xwestin biçin sporê. Îrfan diyar kir ku nexweşe û ji ber ku çavên wî diêşin dê dernekeve sporê. Li ser israra min jî got; ‘Ez xwe qet baş hîs nakim.’ Derneket sporê.”

Kêliyên pêkanîna çalakiyê

Akyuz da zanîn ku saet derdora 09.10’an de ji odeyê derketin û ev agahî dan: “Derdora saet 10.00’an de me hinek deng bihîstin û liv û tevgereke zêde ya gardiyanan hebû. Di qîriyan û di gotin; ‘Li kamarayan binêrin.’  Wê demê me hîs kir ku tiştek çêbûye. Qet nehat ber hizra min ku hevalê Îrfan tiştekî wiha bike. Odeyên me nêzî hev bûn. 20 deqîqe piştî bûyerê gardiyanan ji min re got; ‘Midûr beg bang li te dike.’ 2 blok li pêş bû. Bi qasî 30 saniyeyan em meşiyan. Bi lez û bez ez birim hewşa girtigehê. Ez di serî de nebirim cihê ku Îrfan çalakî pêk anî. Wê demê bûyer ji min re vegotin. Gotin; ‘Îrfan bedena xwe daye ber agir û di heman demê de jî stuyê xwe û zendên xwe bi camê birîye.’ Min xwest cihê bûyerê bibînim. Li ser israra min jî ez birim wir.”

Cihê çalakiyê

Di berdewamê jî Akyuz bal kişand ser cihê çalakiyê û wiha got: “Dema ku ez çûm, dîwarê odeyê reş bûbûn. Li cihê çalakiyê şopa şewatê hebûn. Dîsa şopa xwînê hebû. Ji jor heta jêr şopa xwînê hebû. Bi avê mudaxaleyî agir kiribûn û her der şil bû. Piştî min cihê bûyerê dît ez daketim jêr.”

Diyaloga Akyuz û rayedaran

Akyuz têkildarî diyaloga di navbera wî û rayedaran de jî ev agahî dan: “Min ji wan pirsa; ‘We Îrfan biriya nexweşxaneyê?’ kir. Gotin; ‘erê.’ Piştre jî min pirsa; ‘Dema we birî hêj dijiya yan na?’ Gotin; ‘Dema ku me dibir nexweşxaneyê hê jî dijiya.’ Ji bo pirsa min a; ‘Li ser hişê xwe bû yan na?’ jî ev bersiv dan; ‘Em wê nizanin. Lê îxtîmalekî mezin ji ber birînên şewatê yên li ser laşê wî, dinaliya. Deng jê derdiket.’

Îfadeya Akyuz hate girtin

Akyuz da zanîn ku piştî bûyerê îfade daye rêveberiya girtîgehê û cendirmeyan û wiha pê de çû: “Piştî nîvro me bihîst ku Îrfan Kiliç jiyana xwe ji dest daye. Rojek piştî bûyerê dozgerê girtîgehê bi min re hevdîtin kir. Min bi israr sedema şehadeta heval Îrfan pirsî û min xwest ku encama otopsiya destpêkê ji min re vebêje. Dozger ji min re got ku Îrfan ji ber şewatê jiyana xwe ji dest daye.”

Rewşa Kiliç a beriya çalakiyê

Têkildarî rewşa Îrfan Kiliç a beriya çalakiyê jî Akyuz wiha got: “Di hevdîtina herî dawî de qet neda hîskirin ku dê çalakiyeke wiha pêk bîne. Heta ez dikarim bibêjim ku sihbeta me xweş derbas bû. Ji bo ku sedemekî diyar bikin pirsa; ‘Pirsgirêkên wî yên derûnî  hebûn an na?’ kirin. Lê min bi israr ji wan re got ku pirsgirêka wî nebû. Îrfan ji bo pêşerojê li ser wêjeyê dixebitî, li ser kooperatîfan lêkolîn dikirin û di sihbetên xwe yên bi me re de jî bi awayekî micid ev mijar parve dikir. Weke ku tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan van çalakiyan napejirîne. Em jî vê rêbaza çalakiyê napejirînin. Lê ji ber ku çalakî pêk anî ye, ya bi me dimîne jî tenê rêzgirtinê.”

Bi malbatê re hevdîtin kir 

Mehmet Akyuz herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Piştî bûyerê min bi parêzer û malbata wî re hevdîtin kir û tiştên ku min dîtin ji wan re parve kir. Di çarçoveya destûra taybet de min bi malbatê re hevdîtin kir. Min ji wan re vegot. Bêguman em gelek xemgîn bûn lê di heman demê de ev mijareke behredariyê ye. Lê min dît ku malbata wî di vê mijarê de gelek metîn bû. Jixwe divê wisa jî be.  Biryareke wisa daye. Têkildarî armanca çalakiya xwe, beriya çalakiyê di 2’yê tîrmehê de nîşeyek radestî hevalan kiriye. Îxtîmalekî mezine bi vê biryardariyê kiriye. Bi me re qet parve nekir. Ev jî nîşaneya israra wî ya di çalakiyê de ye.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar