Cenazeyên zarokên bi navên Orçûn û Olcay Ûlali ku bira ne û pismamê wan Mesût Buyuksu yên li di Bendava Dîlîmlî ya Geverê de xeniqîn, hatin dîtin
Zarokên bi navên Orçun û Olcay Ulali ku bira ne û pismamê wan Mesût Buyuksu dema ku dixwestin soberiyê bikin, di Bendava Dîlîmlî ya navçeya Gever a Colemêrgê de winda bûn. Di encama xebatên lêgerînê de cenazeyê her sê zarokan hatin dîtin.
Bûyer di saetên şeva şemiyê de, li Bendava Dîlîmlî ya ku 10 kîlometreyan dûrî navçeya Geverê pêk hat. Cenazeyên bira Orçûn Ulali û Olcay Ulali û pismamê wan Mesût Buyuksu ku temenê wan di navbera 13-15 salî de bû, piştî xebatên lêgerînê hatin dîtin. COLEMÊRG