Hat diyar kirin ku li çoltera bakurê rojavayê navçeya Pîranê opersyona leşkerî dest pê kiriye û dem bi dem pevçûn rû didin
Li çolterên gundên Pîrêjman, Şîngirik, Herîdan û Tonekrag ên dikevin bakurê rojavayê navçeya Pîran a Amedê, bi tevlîbûna bi sedan leşkerî operasyonê hatiye destpêkirin.
Leşkerên duh bi şev bi piştgiriya hewayî dest bi operasyonê kirin, gundên navborî kirin dorpêçê. Hat diyar kirin ku di saetên serê sibê de, pevçûn rû daye û operasyona li herêmê dewam dike. Hat ragihandin ku gel ji ber operasyonê nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin. AMED