Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Îranê gef li Îngiltereyê xwar

Pêncşema bihurî Ingiltereyê bi hinceta ku bi derqanûnî petrola xwerû dibe Sûriyeyê li Cebelîtarikê dest li ser tankêra Îranê danîbû. Krîza tankêrê di navbeyna Îngiltere û Îranê de giran dibe û sefîrê Îranê gef li Îngiltereyê xwar

Îngiltere jî bi destdanîna li ser tankêra Îranê tevlî nav krîza di navbeyna DYA’yê û Îranê bû. Rageşiya di navbeyna Îranê û Îngiltere bi daxuyaniyên du alî didome. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf bi hevtayê xwe yê îngilîz Jeremy Hûnt re bi telefonê axivî.

Zarîf diyar kir ambargoya ku DYA’yê li ser Îranê daniye derqanûnî ye û domand: ”Şert çi dibin bila bibin Îran wê îxrackirina petrolê bidomîne.” Hate gotin Hûnt jî gotiye heqê Îranê heye ku petrolê îxrac bike û fikara xwe ya ji bo zêdebûna rageşiya herêmê gotiye. Hûnt got piştî pêvajoya hiqûqî û darazê ya ji hêla rêveberiya Cebelîtarik ve ew hêvî dike ku tankêra petrolê ya bi navê ”Grace 1” ya Îranê were berdan.

Sefîrê Londrayê yê Îranê Hamîd Baîdînejad jî li ser hesabe xwe yê Twîtterê ji bo desteserkirina tankêra petrolê helwest nîşan da, ji desteserkirinê re got, derqanûnî ye. Baîdînejat bi berdewamî got divê Ingiltere dîsa wiha neke. Baîdînejat got, ”Tankêra Îranê yasa û norm binpê nekirine lê Ingiltere bi tevgera qorsanî ev kiriye. Heke tankêr û petrola tê de neyê berdan wê tevgera Ingiltere bêbersiv nemîne.”

Îran daxuyaniyan dide ku tankêra wan demildest were berdan, Ingiltere jî got, bila lêkolîna wê were kirin bê ka li gel ambargoyê jî qanûnî ye ku petrolê bide şîrketa Sûriyeyê yan na. TEHRAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar