Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Wergêr û weşanxaneyê ji bo sansûra ‘Kurdistan’ daxuyanî dan

Derket holê ku weşanên Can di di wergera pirtûka Paulo Coelho ya bi navê ‘11 Deqe’ de peyva ‘Kurdistan’ hatiye sansurkirin u li şûna Kurdistan peyva ‘Rojhilata Navîn’ hat bi kar aniye. Weşanên Can diyar kir ku dê di çapa nû de vê şaşiyê sererast bikin. Wergêr Saadet Ozen da zanîn ku ji bo tiştekî ku nekiriye lêborînê naxwaze, heta niha bi sedan pirtûk werger kiriye û ew werger dê di nav hezaran rûpelan de wekî qirêjiyekê bimîne

Weşanên Can pirtûka nivîskarê navûdeng Paulo Coelho wergerî zimanê tirkî kir û derte holê ku di wergerê de ‘Kurdistan’ wekî ‘Rojhilat Navîn hatiye nivîsandin. Li ser medyaya civakî gelek kesan bertek nîşanî weşanxaneyê û wergêr dan.

Di nivîsa orîjînal de wiha tê gotin; ‘Ket kafeyeke înternetê û hîn bû ku kurd ji Kurdistanê welatekî ku navbera Iraq û Tirkiyeyê hatiye parçekirin û welatekî nayê zanîn hatine’. Ev hevok wiha hatiye wergerkirin; ‘Dihat nivîsandin ku kurd li Rojhilata Navîn dijîn’.

Weşanxane: Dê were sererastkirin

Li ser bertekan xwediyê weşanên Canê Can Oz daxuyanî da û diyar kir ku mafê wergêr nîne li gorî serê xwe wergerê bike, xwendekar mafdar in û dê di çapa nû de vê şaşiyê sererast bikin.

Wergêr Ozen daxuyanî da

Wergêr Saadet Ozen têkildarî mijarê li ser Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku bi pênaseya nîjadperest, faşîst û heqaretan re rûbirû maye û got ku nivîskar çi nivîsandibe wisa werger kiriye.  Ozen da zanîn ku weşanên Oz hîç nebûye şahid ku heta niha weşanxaneyê pirtûk sansûr kirine û wiha got: “Di sansûrkirinê de tiştekî balkêş heye. Di nivîsa orîjînal ya îspanyolî de wiha hatiye nivîsîn; ‘Entrou em um cybercafé e descobriu na internet que as curdos vinham do Curdistão, um país inexistentex hoje dividado entre a Turquia e o Iraque.’ Ger ez bixwazim sansûr bikim, çima li şûna peyva Kurdistanê, Rojhilata Navîn bi kar bînim. Ger têkildarî vê mijarê texmînan bi pêş bixim dê bibe spekulasyon. Weşanên Can jî daxuyanî da û got ku dê di çapa nû de were sererastkirin.”

Wergêr Oz da zanîn ku wergera pirtûkê salek berê hatiye kirin, ji ber ku pirsgirêke wiha derketiye holê xemgîn e û wiha got: “Ji bo tiştekî ku min nekiriye lêborînê naxwaz im. Heta niha bi sedan pirtûk werger kiriye û ew werger dê di nav hezaran rûpelan de wekî qirêjiyekê bimîne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar