Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Ozsoy: Tirkiye dixwaze li Başûr bi cih bibe û dorê li Rojava bigire

Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku dewleta tirk dê ji êrîşa dawî ya li dijî Başûr jî tu encaman bi dest nexe. Ozsoy da zanîn ku di êrîşê de hikûmeta Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê hevkarin û wiha domand: “Tirkiye dixwaze heta Şengalê dagir bike û dor li Rojava bigire. Divê kurd neyên lîstika Tirkiyeyê û li dijî êrîşan yekitiya xwe ava bikin.”

Artêşa tirk ji bo dagirkirina axa başûrê Kurdistanê, di 27’ê gulana îsal de bi hevkariya PDK’ê êrîşa bi navê ‘pençe’ da destpêkirin. Têkildarî mijarê Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi piştgiriya Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê êrîşeke din a bi navê ‘pençe 2’ dane destpêkirin. Di nava van geşedanan de serokomar û serokwezîrê Iraqê, serokê Herêma Federal a Kurdistanê û şandeyeke hêzên ewlekariyê ya Iraqê jî bi rayedarên dewleta tirk re hevdîtin kirin. Têkildarî mijarê, alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsyara Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy ji MA’yê bi Bêrîvan Altan re axivî.

Hişyar Ozsoy êrîşa dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê weke hewldaneke leşkerî ya berfireh pênase kir û wiha got: “Ne tenê rêveberiya Bexdayê, rêveberiya herêma Kurdistanê jî piştgiriyê dide vê operasyonê. Ji salên 1980’yan ve Tirkiye di warê pirgirêka kurd de, tim ‘operasyonên derveyî sînor’ pêk tîne. Lê tu encam bi dest nexistine. Pirsgirêk kurd îro hîn kûrtir û mezintir bûye. Xuyaye ku dê ji vê operasyonê jî tu encaman bi dest nexin. Pirsgirêka kurd êdî pirsgirêkekî siyasî ye û bi vê rêbazê çareser nabe.”

‘Tirkiye dixwaze dor li Rojava bigire’

Ozsoy da zanîn ku hatina wezîrê Karên Derve yê Iraqê û serokê Daîreya Îstîxbaratê ya Iraqê bi van êrîşan re têkildare û wiha derbirî: “Lê em nizanin bê ka di nava tifaqekî çawa de ne. Vî karî bi veşarî dikin. Ne tenê ji Bexdayê, di heman demê de ji îstîxbaret û nîqaşên Hewlêrê jî agahiyan tim digirin. Hevkarî û lihevkirineke aşkera heye. Bi vê gelek tiştan armanca dikin. Tirkiye dixwaze li başûrê Kurdistanê bi cih bibe. Ev hewldana dagirkeriyê ye. Tirkiye dixwaze vê hewldanê heta Şengalê berfireh bike û dor li Rojava bigire.”

Destkeftiyên kurdan weke gef dibînin

Di berdewamê de jî Ozsoy diyar kir ku dewleta tirk hemû destkeftiyên kurdan ji bo xwe weke ‘gefa li ser ewlekariya neteweyî’ dihesibîne û ev nirxandin kir: “Tişta ku dixwest nekarî li Rojava bike. Niha jî li ser Başûr dixwaze pêşketinên li Rojava bigire. PKK’ê weke hedef nîşan dide lê di rastiya xwe de Başûr weke gefekî dibîne. Naxwazin di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de kurdên li her çar parçeyan jî xwedî par bin. Ji ber vê jî bi dijwarî êrîş dikin. Ger sibe kurd li Îranê jî destkeftiyan bi dest bixin, dê êrîşî wir jî bikin. Tişta ku duh li Efrînê kirin, îro dixwazin li Başûr jî bikin. Dagirkeriya li Efrînê dixwazin li Başûr jî belav bikin.”

Yekitiya neteweyî ya gelê kurd

Ozsoy helwesta rêveberiya başûrê Kurdistanê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Parlamentoya herêmê dinava bêdengiyeke mezin de ye. Dengekî pir kêm dê derdikeve. Hêzên başûrî ku pêvajoya birakujiyê jiyane teqez divê ji vê yekê dûr bisekinin. Tu sûdekî birakujiyê nîne û divê neyên lîstika Tirkiyeyê. Bêyî kurdan ne mimkune ku li Rojhilata Navîn dîzaynek çêbibe. Êdî pirsgirêka kurd, li Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê bi awayekî cidî tê nîqaşkirin. Heta ku ev pirsgirêk li her çar parçeyan çareser nebe dê krîzên siyasî xelas nebin. Di nava 5-6 salên dawî de êrîşî Kerkûk, Efrîn, Cizîr, Sûr û gelek bajarên Kurdistanê kirin. Divê li dijî van êrîşan, sazî, partî û dezgehên kurdan jî ji bo yekitiyê bikevin nava hewldanan. Yekitiya kurdan gelek girînge. Dîsa divê kurd bi gel û neteweyên cuda yên li ser axa xwe jî têkiliyên xwe xurtir bikin. Mînaka vê Rojava ye. Hêz û siyasetmedarên kurd ji bo ku di pêşerojê de rûreş nebin, tişta ji destê wan tê dive niha ji bo yekitiya neteweyî bikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar