Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Cezayê hucreyê li çalakgerên greva birçîbûnê dibirin

Rayedarên girtîgehê 13 roj cezayê hucreyê li Erdal Kotan ê li Girtigeha Xarpêtê ketibû greva birçîbunê û daketibû 43 kiloyan birîn

Erdal Kotan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê li dijî tecrîdkirina Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê. Kotanê ku ket grevê û daketibû 43 kîloyan, bi sedema ketiye greva birçîbûnê rastî ceza hat

Rêveberiya girtîgehê bi sedema ku Kotan ketiye greva birçîbûnê 13 roj cezayê hucreyê lê birî. Rojnameger Îdrîs Yilmaz ku li gel Erdal Kotan girtî ye bi rêya nameyê agahî dan. Yilmaz da zanîn ku Kotan rastî ceza hatiye û zextên li ser girtiyan zêde ne. Yilmaz diyar kir ku gelek neheqî û bê hiqûqî li girtîgehê hene û gelek girtiyên nexweş dernaxin nexweşxaneyê. Yilmaz anî ziman ku rayedarên revîrê tenê hatine hucreyê û mînaka xwînê ji wan girtine û tenê hebê vîtamînên B12 û D dane wan û çûne. Yilmaz destnîşan kir ku gelek girtiyên nexweş rewşa tenduristiya wan xerab e û wiha got: “Erdal Kotan piştî çalakiyê daketibû 43 kîloyan. Di zend û qevdikên piyê wî de werimandin heye. Vî hevalê me beriya çalakiyê faks ji Kongreya HDP’ê ya Dêrsimê re şandibû. Ji ber vê yekê rastî cezayê hucreyê hat. Cezayê hucreyê ku lê hatiye birîn wê di 17’ê tîrmehê de bi dawî bibe. Rewşa tenduristiya vî hevalê me pir giran e. ”

Yilmaz da zanîn ku nameyên ji wî re tên bi awayekî keyfî desteser dikin. Yilmaz destnîşan kir ku gelek pirsgirêk hene û bi fikara nameya wî desteser bikin nenivîsîne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar