Li gundên devera Balekayetî hîn çanda karkirina bi awayeke komunal tê parastin û ev yek jî dihêle peywendiya civakî xurt bimîne
Gundê Rustê girêdayî bajarokê Çoman li devera Balekayetî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ye. Bi salan e rûniştvanên vî gundî bi awayê komîn (zivare) kom dibin û bihevre kar dikin. Ev şêwazê karkirinê yek ji kevneşopiyên kurdewariye ku hîna li vê deverê bi awayek zindî maye.
Niha rûniştvanên gundê Rustê mijûlî dirûna genimin ku ew jî bi şêwazê kevin, bi bikaranîna tirpanê genim didirûn. Ji bo vî karî divê sê kom hebin, komek genim didirûn, komek jî genim komdike, koma dinjî bi awayê gurz girêdide.
Jin di karê komîn de xwedî rolek giringin
Wekî hemû karên din ên komunal de, di dema dirûna genim de jî jin bi amadekirina xwarin û çêkirina çayê beşdarî nava kar dibin. Welatî piştî ku dibe dema xwarinê hemû bihevre xwarinên xwe dixwin, hinek sohbet dikin û carek din bihevre rabin karê xwe berdewam dikin.
Di dema dirûnê de stranan dibêjin
Welatiyê bi navê Emer Ebdulrehman diyar kir ku ew di dema zivarê de tenê kar nakin, her wiha ew tevî zehmetiya kar jî dema rûdinên bi hevre bi pêkenok, stran gotin û pendên pêşiyan westana xwe ji bîr dikin.
Hemû bihevre alîkariya hevdû dikin
Di dema zivarê de ciwan pêkhateya sereke ne ji bo karkirinê. Ciwanê bi navê Bextiyar Yasîn ku ew jî tevî welatiyên din kar dike wiha got: “Em ciwan her yek li gorî jêhatin û şarezabûna xwe di nava zivarê de kar dikin. Em hemû alîkarê hevdu ne. Dema kesek nekarî were jî li cem me tiştek gelek asayî ye û kesek jê aciz nabe.”
Karê komunal peywendiya civakî bihêz dike
Mam Osman yek ji rûniştvanên gunde ku bi salan e vî karî dike, li ser karkirina bi awayeke komunal ev tişt anî ziman: “Zivare li Balekayetî maye, welatî alîkariya hevdu dikin. Bi awayê zivare em çilo genim û her karekî din hebe dikin. Bi vî awayî peywendiya me ya civakî bihêz dimîne.” HEWLÊR