PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li Başûr tiştên balkêş diqewimin

Wek tê zanîn hilbijartinên herêma başûrê Kurdistanê  di 30’ê Îlonê de hatibû lidarxistin. Li piştî hilbijartinan 10 meh şûnde hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê hat avakirin. Ji ber ku di avakirina hikûmetê de gelek dengeyên hizbî, malbatî, aborî, eşîrî, dewletî, herêmî û navdewletî hebûn. Van hêzan bi giştî li ser mijaran bi hevkirin û di dawiyê de hikûmet bi tevlibûna PDK, YNK û Tevgera Goran hat avakirin. Serokê hikûmetê jixwe ji aliyê PDK’ê ve Mesrûr Barzanî  hatibû diyarkirin.

Mijara Kerkûkê bi avakirina bazariyên hikûmetê ve têkildar bû. Dema hikûmet hat avakirin, YNK û PDK li ser walîtîya Kerkûkê bi hev kirin û waliyê Kerkûkê hate diyarkirin.

Tişta balkêş ew e ku gelê başûrê Kurdistanê ji bo avakirina vê hikûmetê zêde ne bi hêvî ne. Ev bêhêvîbûn dema hilbijartin pêk hatin jî hebû û avakirina hikûmetê jî tu coş û moral neda gelê Başûr. Ji ber ku avakirina hikûmetê wekî nûbûnekê nabînin û dibêjin hemû tişt wek berê ye.

Dema mirov daxuyanî û axaftinan guhdar dike tu guhertin xuya nakin. Dibe ku hinek kes hatibin guhertin lê ev nayê wê wateyê ku guhertina gel li bendê ye pêk hatiye. Guhertina esasî guhertina zîhnî û pergalî ye. Li Başûr di aliyê zîhnî û pergalî de mirov tu guhertinê nabîne. Jixwe bernameyeke hikûmetê ya guhertin û pêşketinê nîne. Li başûrê Kurdistanê îro pirsgirêka herî esasî nebûna demokrasiyê ye.

Avakirina hişmendî û pergaleke demokratîk mijara herî girîng e. Lê wisa xuya dike ku der barê vê mijarê de tu hewldanên rêveberiya Başûr nîne. Hemû kes ji xwe û halê xwe razî ye. Mijareke din a bingehîn jî rewşa aborî û wekheviya aboriyê ye. Mixabin di vê mijarê de jî tu guhertin û hewldan nîn in. Di bernameya hikûmeta Başûr de têkildarî yekitiya neteweyî û bi parçeyên din ên Kurdistanê re pêşvebirina têkiliyan nîne.

Dema Nêçîrvan Barzanî bû serokê Herêma Federal a Kurdistanê dewleta tirk êrîşî Xakûrkê kir û 2 gir dagir kir. Dema Mesrûr Barzanî bû serokê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê li ser Başûr êrîşên dewleta tirk zêdetir bûn. Bêguman ev êrîş tesaduf nînin û wek destpêka hîn polîtîkayan xuya dike. Dewleta tirk li hemû parçeyên Kurdistanê kurdan hedef digire, êrîşên hovane pêk tîne lê heta niha nêzîkatiyên hizb û partiyên başûrê Kurdistanê li gorî berjewendiyên neteweyî nîn in.

Dema mirov van geşedanên ku li başûrê Kurdistanê diqewimin dide berhev xuya dike ku tiştên balkêş diqewimin. Helwesta rayedarên başûrê Kurdistanê gelek kurdan diêşîne û ligel dagirkeran cih girtin dibe sedema nerazîbûnan. Parçeyeke Kurdistanê pêşkeşî dagirkeran were kirin, bivê nevê dê parçeyên din ji vê rewşê razî nebin û dê helwestek were nîşandan.

Çend roj berê dewleta tirk û dewleta Iraqê di asta wezaret û serfermandarên leşkerî û îstîxbaratî de hinek hevdîtin kirin. Piştî vê hevditinê Wezîrê Karê Hundir yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuoşglu daxuyanî da û got ku dê Silêmaniyê jî tevî hevkariyê bikin. Wisa xuya dike ku Tevgera Azadiya Kurd bi dorpêçkirinên piralî re rûbîrû ye. Dixwazin di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de Tevgera Azadiya Kurd dorpêç bikin û hinek tawîzan werbigirin. Di vê konseptê de DYA, Tirkiye, Iraq, PDK û YNK hene.

Tevgera Azadiya Kurd li Rojhilata Navîn xwedî tecrûbeyên gelek mezin in. Di dîroka vê partiyê de gelek caran bi dorpêçkirin û êrîşên bi vî rengî re rûbirû ma. Her tim jî pişta xwe spart gelê xwe û di van azmûnên dîrokî de bi ser ket. Ji destpêka vê tevgerê heta niha dirûşmeke jiyanî heye û ew jî berxwedan e. Îro careke din derket holê ku ji bilî berxwedanê tu rê nîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar