Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi keda xwe aboriya komunal ava dikin

Li Bismilê şaredariyê 100 donim erd tehsîsî 50 malbatî kir û ev malbat hewl didin bi keda jinê aboriya komunal ava bikin

Li Bismilê ya Amedê di sala 2014’an de şaredariya BDP’î li qeraxa Çemê Dîcleyê erdên beyar ajotin lê piştî di sala 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, projeya heyî hate sekinandin. Lê belê belê piştî hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê şaredarî ket destê HDP’ê û projeya mayî dîsa destpêkir. Di çarçoveya vê projeyêd e şaredariyê 100 donim erd tehsîsî 50 malbatî kir. Malbat li nav vî erdî firingî, xiyar, îsot, bacanên reş, xirtik û şebeş çandin. Jinên ku di meha gulanê de dest bi çandniyê kirin, niha li nav erd tevrikê û avdaniyê dikin. Piştî ev ber bigihên wê jin bêyî di navberê de navbeynkar hebe berên xwe li bazaran bifiroşin.

Her wiha ji xeynî baxçe 16 donim rez jî heye û wê derameta vî rezî di navbera 50 malbatî de bê parvekirin.

Dê proje bên zêdekirin

Têkildarî mijarê Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer diyar kir ku erdên aîdî şaredariyê ji bo azadiya aboriyî dane welatiyan û wiha got: “Ji bo jinên Bismilê armanca me ew e ku di terhê kooperatîfbûyînê de em destekê bidin malbatan. Pêşî me ev proje pêk anî. Niha nêzî 50 malbat sûdê ji vê projeye digirin. Em ê hewl bidin hejmara van bax û baxçeyan zêde bikin.”

Ozer anî ziman ku gelek merheleyên vê projeyê hene û wiha domand: “Armanca me ew e ku em hejmara van malbatan ji 50 bikin 200 malbatî. Wê ev bi tenê bi çandiniyê neyê sînordarkirin. Em ê berên destkariyê yên jinan jî li dor kooperatîfan bînin cem hevdu û bi vî awayî em ê hewl bidin aboriya komunal ava bikin.”

Hêz û keda jinan

Nesîbe Ûygûn ku yek ji wan jinên ku sûdê ji vê projeya navbirî digire, da zanîn ku ev proje bi armanca aboriya komunal pêk hatiye û ew dixwazin bi vê projeyê hêza jinê derxin holê û ev tişt anî izman: “Armanca me tenê ne ew e ku em li vir firingî û îsotan deynin. Em dixwazin hemû jin bi hev re bixebitin. Em dixwazin feraseta baviksalarî ku naxweze keda jinê bibîne ji holê rakin û em bang li hemû jinan dikin ku bên li vir bixebitin.”

Amîne Kûtlay jî diyar kir ku di 2014 û 2015’an de jî di nav vê projeyê de cih digirt û destnîşan kir ku ew niha avdaniyê dikin, tevrikê dikin û dixwazin bi vî awayî hêza jinan derxî holê.

Her wiha dayika 6 zarokan Hatîce Oner jî anî ziman ku wexta qeyûm hatiye tayînkirin erdê wan ji wan hatibû stendin û betal mabûn û wiha axivî: “Li vir em her tiştî bi hev re dikin. Em hildiberînin û difiroşin. Em bang li hemû jinan dikin ku werin li vir bixebitin.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar