PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Çapemeniya hawiz çima rastiya S-400’an ji gel vedişêrin

Dema em li manşetên çapemeniya hawiz dinêrin, tenê xizmeta îktîdarê û serokkomar dike. Geşedanên ku gel eleqeder dike an nabîne an jî aliyekî wê yê kêrî îktîdarê tê dibîne. Dema em li manşetên van rojnameyan dinêrin, Erdogan bêje çi gotina Erdogan dikin manşet.

Manşetên rojnameyên medya hawiz ên 15’ê tîrmehê balkêş bûn. Hemû rojnameyên medya hawiz di 15’î tîrmehê de ji bo serokomar Erdogan zurnevanî kirin. Gelek rojnameyan sewqîyata fuzeyên S-400 derxistin manşetê û gotina serokomar Erdogan a “Em bi S-400’an aştiyê mîsoger dikin” derxistin pêş. Wekî ku Tirkiye di nava şerê cîhanê de be û hemû welatên cîhanê li dijî Tirkiyeyê şer îlan kiribe nîşan dan. Dîsa bi minasebeta 3’emîn salvegera hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê wekî ku Tirkiye ji nava şer derketibe û hatibe rizgarkirin manşetên xwe derxistin pêş.

Fuze çawa xizmeta aştiyê dike

Karê çapemeniyê rastiyan lêkolîn bike û rastiyê derxe holê. Aliyê nayê zanîn bi raya giştî re parve bike û gel ronî bike. Lê ger ku tenê gotina çend kesan derxe pêş û rastiyê bincil bike ew xizmeta civakê jî û dewletê jî nake? Ger ku fuzeyên S-400 ji bo parastina gel hatibin stendin wê gel ji çi û ji kê biparêze? Wê gel çawa biparêze? Bi kijan peyman û bi kijan şertan fuze ji Rûsyayê stendine? Kî dijminê gelê Tirkiyeyê ne? Heta niha çend êrîş li dijî Tirkiye û gelê Tirkiye pêk hatine? Erdogan got “Fuzeyên S-400 temînata aştiyê ye” û rojnameyên Turkiye, Yenî Şafak, Akşam, Star û gelek rojnameyên din ev gotina Erdogan kirin manşet û wekî bi rastî jî fuzeyên ku xizmeta şer dikin “Sembola Aştiyê” pênase kirin. Çima ev rojname polîtîkayên rastîn yên Rûsya û DYA yên der barê Tirkiyeyê de lêkolîn nakin û bi raya giştî re parve nakin. Çima daxwaz, nêrîn, rexne û bertekên gel li ber çavan nagirin?

Her tim Tirkiye êrîş dike

Dema em li dîroka hikûmeta Tirkiyeyê ya 2 salên dawî binêrin, em dibînin ku Tirkiye her dem li dijî sînorê xwe operasyonên eskerî pêk anîne. Di 20’ê çileya 2018’an de 72 balafirên şer ên TSK’ê sînor derbas kirin û li dervê sînorê xwe Efrîn bombe kirin. Me dît ku TSK’ê bi fermana Erdogan êrîşî cîranê xwe kir. Disa di 27’ê gulanê de bi dehan balafirên şer ên TSK’ê sinor derbas kir û li dijî axa Herêma Federe ya Kurdistanê operasyona eskerî pêk anî.

Şer, aştî û ekolojî

Her ku balafirek şer radibe çiqas zirarê dide aboriya Tirkiyeyê? Her ku bombeyekê li çiya dibarîne çend hezar dolar mesrefa Tirkiyeyê diçe. Rojên bi dehan balafirên şer ji Amedê radibin çiqas aboriya Tirkiyeyê têk dibe. Her rojê bi dehan bombe li çiyayên Amed, Çewlîk, Colemêrg, Sêrt, Şirnex, Silêmanî, Amediyê, Duhok û gelek bajarên kurdan dibarînin. Her ku bombeyek li çiyê diteqe bi hezaran zindiyên li nava çiya û daristanê tune dibin. Qadên jiyanê wêran dibin. Ev rojnameyên medya hawiz çima vê rastiyê lêkolîn nakin û vê rastiyê ji raya giştî vedişêrin?

Bi fuzeyan biratiya gelan

Ev rojnameyên ku gotinên Erdogan ên xizmeta şer dikin dikin manşet, gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di hevdîtina parêzeran de ya “Tirk bêyî kurdan û kurd jî bêyî tirkan nikarin bijîn” û ji bo aştiyek mayînde û demokratîk yekitiya gelê kurd û tirk xwest nekirin rojeva rojnameyên xwe jî. Gelo gotina Erdogan a “S-400 temînata aştiyê ye” xizmeta aştiyê dike an jî gotina Ocalan a “Bêyî yekîtiya gelê kurd û tirk aştî û aramî pêş nakeve” xizmeta aştiyê dike?  An jî operasyonên eskerî ku li herêmê pêş dikevin, zarokên bi mayînan jiyana xwe ji dest didin xizmeta aştiyê dike? Medya hawiz çima tenê rastiyê ku kêrî hikûmetê tê dibîne?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar