Bi operasyona qirkirina siyasî polîsên AKP’ê Hevserokê HDP’ê yê navçeya Qaxizmanê Yaşar Ozlu binçav kirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên li ser gelê kurd ranaweste. Li navçeya Qaxizmanê ya Qersê di encama operasyona qirkirina siyasî de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encamê de Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê Yaşar Ozlu hat binçavkirin. Gelek polîsên ku ketin mala Ozlu, hemû endamên malê di odeyekê de kom kirin û li malê lêgerîn kirin. Polîsan piştî demek dirêj li malê lêgerin kirin Ozlu birin Midûriyeta Polîsan a Qersê. QERS