Berdevka Wezareta Karên Derve Morgan Ortagus di brîfînga çapemeniyê de got, “Wezîr (Mike Pompeo) û Serok (Donald Trump) hemû vebijarkên dijderketina bi rêya pêkanînan li dijî dijberên Emerîkayê (CAATSA) dinirxînin.”
Ortagus der barê encamên gengaz de daxuyaniyên xwe yên beriya niha bi bîr xist û got, “Me ev encam di daxuyaniya Serok ya îro de dît, diyar kir ku wê Tirkiye nikaribe F-35’an werbigire. Der barê vebijêrkên pêkanînan de jî beriya meriyetbûna pêkanînan em agahiyan nadin. Wezîr bi Serok re di der barê wê de dixebitin.” WASHGINTON