Li Hesekê wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. Di teqînê de 3 şervanên YPG’ê birîndar bûn
Li ser benda kontrolê ya hêzên Asayîşê ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê erebeyeke bombebarkirî hate teqandin. Di encama teqînê de 3 şervanên YPG’ê birîndar bûn.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Wetenî ya Hesekê. HESEKÊ