Dê sibê danişîna biryargirtinê ya doza rojnameger Kîbriye Evren ku 9 meh in di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye bê dîtin. Berdevka MKGP’ê Ayşe Guney ji bo beşdarbûna rûniştina Kîbriye Evren bang kir
Rojnameger Kîbriye Evren, di 9’ê Cotmeha 2018’an de li Amedê hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hatibû girtin. Dê sibê danişîna biryargirtinê ya doza Evren li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk bê.
Ji ber ku Evren tevî bi hezaran girtiyan tev li greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibû, beşdarî 5’emîn rûniştina doza xwe nebûbû û parastin nekiribû.
Dozger heta 20 salan ceza xwest
Dozger beyana şahidên veşartî pêşkeş kiribû û bi hinceta Evren di nav xebatên TJA’yê de cih girtiye û bi îdiaya ‘Endama rêxistinê’ ji 7 salan heta 15 salan û bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ jî heta 5 salan ceza ji bo Evren dixwaze.
Banga beşdarbûna dozê
Berdevka Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney bang ji bo beşdarbûna rûniştina dozê kir û wiha got: “Em di destpêkê de bang li hemû jinên rojnameger û li hemû rêxistinên çapemeniyê dikin ku ji bo parastina rojnamegeriyê beşdarî rûniştina rojnameger Kîbriye Evren bibe.”
Her wiha Guney destnîşan kir ku yê ku tê darizandin rojnamegerî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di pêvajoyek ku rojnamegeriyê dikin bin lingên xwe de divê em piştgiriyê bidin hevalên xwe yên rojnameger û hêzê ji hevdu bigirin.” AMED