Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Eşîra Surçî piştgirî da çalakgerên mertalên zindî

Gelek welatiyên ji eşîra Surçî çûn serdana çalakgerên Mertalên Zindî ku ev 24 roj in dijî dagirkeriya dewleta tirk di çalakiyê de ne û piştgiriya xwe anîn ziman

Çalakiya Mertalên Zindî ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ve li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin di roja 24’an de bi desteka gelê herêmê didome.

Di çarçoveya van piştgiriyan de jî gelek endamên Eşîra Surçî çûn serdana Mertalên Zindî û piştgirî dan. Mertalên zindî jî ji ber desteka wan spasiyên xwe pêşkêşî mezinên eşîrê kirin.

Di dawiya serdanê de daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hate kirin ku destûr nedin êrîşên dagirker ên rejîma tirk û her wiha di daxuyaniyê de êrîşên rejîma Îranê yên bi tank û topan jî bi tundî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hebûna hêzên gerîla ji bo welatiyên herêmê gelekî girîng e û wiha hat gotin: “Ger gerîla nebe, dê çeteyên wekî DAIŞ û artêşa tirk a dagirker axa başûrê Kurdistanê talan bikin.”

Her wiha daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî kurd û Kurdistan’ û ‘Bimire dagirkerî’ bi dawî bû. BIRADOST

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar