Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

HPG: 3 kontra û 6 leşker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayên HPG û YJA-Starê li Şirnex û Colemêrgê li dijî artêşa tirk rêzeçalakî pêk anîne û di van çalakiyan de 3 kontre û 6 leşker hatine kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA-Starê ya li dijî dagirkeriya artêşa tirk a li Kurdistanê didomin. Di çarçoveya van çalakiyan de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li Şirnex û Colemêrgê di çalakiyên gerîlayan de 3 kontra û 6 leşker hatine kuştin.

HPG’ê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa de li dijî artêşa tirk rêzeçalakî li dar xistine û ev agahî parve kir: “Artêşa TC’ê ya dagirker ev demeke li Girê Kerkol yê navçeya Elkê ya Şirnexê baregehekê çêdike. Hêzên me roja 15’ê tîrmehê saet di 07:20’an de li dijî wesayîta artêşa TC’ê ya dagirker ku ji bo baregehê alav dibirin çalakiya sabotajê li dar xist. Di çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin û biqasî hate tespîtkirin 3 kontra hatin kuştin. Li aliyê din hemwext hêzên me li dijî kepçeya ku li ser rê kar dikir bi taktîka sabotajê çalakî kir û kepçe hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky kontrayên mirî ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî li dar xistî bi silametî gihişte baregeha xwe.

Artêşa TC’ê ya dagirker di çapemeniya xwe de ev çalakî weke li dijî karkeran daye nîşandan. Ev şexsên ku rasterast bi artêşa dagirker re kar dikin û karên kontratiyê dikin. Ev şêxsên ku xizmetê ji hişmendiya ku êrîşî nirx û gelê kurd dikin re, nîşandana wan a weke karker nûçeyên şerê psîkolojî yê dewleta TC’ê ya dagirker e.”

Çalakiyên hemwext

Di daxuyaniyê de HPG’ê diyar kir ku roja 16’ê tîrmehê saet di 17.00’an de hêzên wan ên YJA-Starê li dijî wesayîta leşkeri ya tîpa Reo ku ji bo qereqola Zêrin a bajaroka Esender a navçeya Gevera Colemêrgê sewqiyat dikir û hemwext li dijî klubeya nobetê çalaki li dar xistine û wiha domand: “Bi giranî li wesayîta leşkerî û klûbeya nobetê hate xistin, wesayîta leşkerî derb xwar û biqasî hate tespîtkirin 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran herêm bêserûber gulebaran kir. Yekîneya me ya çalakî pêkanî bi silametî gihişte baregehên xwe.”

Li Tendurekê 3 gerîla şehîd bûn

HPG’ê destnîşan kir ku roja 13’ê tîrmehê saetên şevê artêşa tirk li dijî herêma Şehîd Tûan a herêma Tendurekê ya Agiriyê êrîşa hewayî pêk anî ye û wiha got: “Di vê bombebaranê de 3 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên şehadeta hevrêyên me dê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.”

Operasyonên leşkerî didomin

Her wiha HPG’ê têkildarî operasyonên leşkerî ku didomin ev agahî parve kir: “Roja 26’ê hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çemçê yê navçeya Qaxizman a Qersê operasyonek dabû destpêkirin. Operasyona li herêmê didome û artêşa TC’ê ya dagirker kemînan datîne. Her wiha roja 17’ê tîrmehê saet di 00:10’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li Girê Hakkarî yê Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar