Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Divê hêzên kurdî li gel gerîla li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bin’

Fermandarê pêşmerge û welatiyên Germiyanê pesnê rola bibandor a gerîlayan di rizgarkirina navçeyên ji Herêma Kurdistanê qût bûyîn de kirin. Welatiyan gotin ku gerîla mil bi milê pêşmergeyan li dijî DAIŞ’ê şer dikirin. Herwiha welatiyan daxwaz kirin û gotin: “Divê niha jî hêzên kurdî mil bidin milê gerîla û li dijî dagirkeriya Tirkiye şer bikin.”

Welatiyên navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê têkildarî rolê gerîla yên di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser xaka başûrê Kurdistan û berxwedaniya gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê de  ji Rojnews’ê re axivîn.

Welatiyê binavê Kameran Ferîq wiha qala rolê gerîla ya ji bo parastina xaka başûrê Kurdistanê kir: “Gerîla hêzek xûrtin, di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de mil dan milê pêşmerge û başûrê Kurdistanê parastin. Di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê re rolek berbiçav ya gerîla hebû. Bi taybetî di şerên li herêma Germiyan û Kerkûkê rolek mezin yê gerîla hebû. Gerîla hêzeke ji bo parastina gel û xaka Kurdistanê, hertim pêşengbûn û qurbanî jî dan.”

Divê hêzên kurdî mil bidin gerîla

Di dewama axaftina xwe de Kameran Ferîq balkişand ser êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê û wiha pêda çû: “Niha dewleta tirk dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike û komkujiyan li ser gelê kurd pêkbîne, ji bo wê pêwîste hêzên pêşmerge jî wek hêzek netewî mil bidin milê gerîla û li dijî dagirkeriyê şer bikin û yek deng û yek reng bin.”

Şahidî ji şerê gerîla re kiriye

Rojnameger Biryar Mihemed ku şahidî ji şerê gerîla û pêşmerge yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Celewla re kiriye, têkildarî rola gerîla ya di wî şerî de wiha axivî: “Li sala 2014’an di dema rizgarkirina bajarokê Celewla ji DAIŞ’ê de, min bi çavê xwe dît ku hêzên gerîla mil bi milê pêşmergeyan ji bo rizgarkirina Celewla şer dikirin. Ez giring dibînim ku hemû hêzên siyasî yên herçar parçên Kurdistanê yekgirtîbin.”

Têkildarî giringiya yekitiya gelê kurd jî Biryar Mihemed wiha got: “Li her parçeyek dijmin hebe, ew dijminê tevayî gelê Kurde. Ji bona wê ji dema borî, ya niha û ji siberojê re jî pêwîstî bi yekitiyê heye. Ji ber ku wê yekitiya kurdan bibe peyamek ji raya giştî û navnetewî re. Ger em kurd hevgirtîbin wê demê wê dijmin jî ji me re hesabek bikin û neçarbin li ser mêzê giftûgoyan rûnin.”

Bi awayê partîzanî çalakî dikirin

Li ser heman mijarê Fermandarê Pêşmergeyan Neqîb Heyder Ebdulrehman ku di şerê li bajarokê Celewla de mil bi milê gerîla şerê çeteyên DIAŞ’ê kiribû, wiha qala rola gerîla ya di wî şerî de kir: “Hêzên gerîla di şerên li gundên Wehde, Mela Ebdullah, Tawix û bajarokê Celewla de xwedî rolek berbiçav bûn. Di operasyona rizgarkirina bajarokê Celewla de çavê min bi gerîla ket. Taktîk û şêwazê wan yê şerkirinê ji yê me baştir bû. Bi awayê partîzanî xwe diberdan nava Celewla de û çalakiyan dikirin.”

Di dewama axaftina xwe de Neqîb Heyder Ebdulrehman diyar kir ku hêzên gerîla di dema şerde moralek zêde didan hêzên pêşmerge û wiha pêde çû: “Li bîra min tê rojek komek a gerîla hêzek ya çeteyên DAIŞ’ê di hindirê Celewla de xistin kemînê. Wê koma gerîla derbek mezin li çeteyên DAIŞ’ê xistin. Piştre berpirsê me yê cephe hat ji me re got ku hevalên PKK’ê çalakiyek mezin li dijî çeteyan kirine û gelek pesnê gerîla ji me re kir. Gerîla em di nava şer de fêrî xwarina xwê, tozlîmon û avê kirin ji bo em bikarin demek dirêj di çeperên şer de bê xwarin liber xwe bidîn.”

Divê tû alî destekê nede dijminan

Herî dawî jî Neqîb Heyder Ebdulrehman li ser giringiya yekitiya nava hêzên Kurdistanî axivî û wiha got: “Li cem dijmin ferqa tu kurdek nake. Ferq nake ku tû alîgirê kîjan partiyê bî li ser kîjan fikrî bî. Ew dijminê kurdanin. Ji bona wê daxwaz ji hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikim li dijî dagirkeriya dewleta tirk hevdû bigrin û mil bi milê gerîla li dijî artêşa tirk bisekinin. Ji berku binketina her hêzeke kurdî tê wateya binketina tevayî hêzên din ên kurdî. Ji bo wê divê tû alî destekê nede dijminan.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar