Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Pêşmergeyên herî dawî bi Xerîb re civiyan axivîn

Pêşmergeyên dêrîn yên ku cara dawî bi şehîd Diyar Xerîb re rûniştin û axivîn wiha gotin: “Şehîd Diyar Xerîb giringiyek mezin da yekitiya gelê kurd. Em ê li hemberî dagirkeriyê bibin Helmet, Şahîn û Dewran.” Derya Umer behsa axaftinên dawî yên Xerîb jî kir û ev tişt anî ziman: “Heval Helmet di dawiya axaftinan de ji me re got, ‘Em şehîdbûnê dihilbijêrin, em ê tu car teslîm nebin û jiyana bindestiyê qebûl nekin.’”

Di 27’ê hezîranê de komek pêşmergeyên dêrîn ji Kerkûk û Silêmaniyê ji bo piştgiriya gerîla û çalakvanên mertalên zindî serdana Qendîlê kirin. Piştî serdanê koma pêşmergeyan bi endamê Serokatiya Giştî ya Konseya KCK’ê şehid Diyar Xerîb re civiyan. Pêşmergeyên bi navê Derya Umer û Umêd Hîdayet ku wê rojê di civînê de amadebûn, ji Rojnews re axivîn.

Pêşmergeyê dêrîn yê bi navê Derya Umer ku di wê civînê de amadebû axivî û wiha got: “Fermandarê jêhatî şehîd Diyar Xerîb pêşwaziyek germ ji bo me kir û em nêzî 2 saetan bi hevre rûniştin. Ya ku min di kesayeta heval Xerîb de dîtî, mirovek hêmin, xebatker û berxwedêr bû. Me di axaftinên wî de vê yeke zanî, tiştek bi navê bê hêvî li gel wî nîne. Bi rastî em waneyên şoreşgerî ji wî fêrbûn.”

Girîngî dida yekitiya gelê kurd

Derya di dewama axaftina xwe de balkêşa ser axaftinên şehîd Diyar Xerîb yên di civînê de û wiha got: “Şehîd Xerîb di civînê de behsa xebata her çar parçeyên Kurdistan û dijberiya rejîmên dagirkeran kir. Herwiha balkêşa ser dagirkeriya dewleta tirk ya li ser xaka Kurdistanê. Bi vê ve girêdayî gelek giringiyê dida yekitiya hemû gelê kurd.”

Derya Umer behsa axaftinên dawî yên Xerîb kir û ev tişt anî ziman: “Heval Helmet di dawiya axaftinan de ji me re got, ‘Em şehîdbûnê dihilbijêrin, em ê tu car teslîm nebin û jiyana bindestiyê qebûl nekin.’ Ferqa heval Helmet, Şahîn û Dewran li gel me nîne. Divê em jî li hemberî her metirsî û êrîşekê hertim bibin heval Helmet, Şahîn û Dewran. Ger dagirker li ser dagirkeriya xwe bi israr bin, bê guman em ê bi rext û fîşekên xwe ve biçin çeperan û xaka pîroz ya Kurdistanê bi parêzîn.”

Pêşmergeyek din yê bi navê Umêd Hîdayet ku ew jî wê rojê di civînê de amade bû, da zanîn ku şehîd Helmet ji wan re armanca dagirkeriya dewleta tirk şîrove kiriye û wiha got: “Ji bo me armanca dewleta tirk ya dagirkirina Qendîl, Hewlêr û Silêmanî şîrove kir. Me jî amadebûna xwe li hemberî hemû êrîş û metirsiyan diyarkir. Em çend yek bin, em ê ewqasî bikarin planên dijmin bişkînin.”

Herî dawî pêşmergeyê Dêrîn Hîdayet got; “Li gorî min heval Diyar Xerîb bi xiyanetê şehîd bû. Li gorî me ev yek jî bi bê biryara desthilatdariya Herêma Kurdistanê nakin.”QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar