PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Divê Nêçîrvan Barzanî ji bo yekitiya kurdan rol bilîze’

Parlamenter Mûsa Farisogullari diyar kir ku di qada navneteweyî de li dijî gelê kurd komployekî nû di meriyetê de ye. Farisogullari bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê kir ku li dijî qetilkirina sivîlan û dagirkirina axa xwe derkevin. Farisogullarin bang li Nêçîrvan Barzanî jî kir ku ji bo yekitiya kurdan rol bilîze

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Mûsa Farisogullari têkildarî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê û helwesta Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê axivî. Farisogullari diyar kir ku li dijî dagirkeriyê, divê serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li cem gelê xwe cih bigire.

Mûsa Farisogullari anî ziman ku hikûmeta AKP’ê ketiye tengasiyeke mezin û wiha got: “Ji bo ku xwe ji vê tengasiyê xelas bike jî êrîşî nirxên kurdan dike û xaka Kurdistanê dagir dike. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê û Ergenekona ku piştgiriyê dide wan, hêj di bêçareseriyê de israr dike û dixwaze vîna gelê kurd bişikîne. AKP û MHP di hilbijartina dawî de têk çûn. Di hilbijartina Stenbolê de xeta sêyemîn bi ser ket. Di hemû aliyan de hikûmeta AKP-MHP’ê  têk çû. Niha jî ji bo ku bikare desthilatariya xwe dirêj bike, bi nîjadperestî û hewldanên dagirkirinê êrîşî xaka Kurdistanê dike.”

‘Li dijî kurdan komployeke nû di meriyetê de ye’

Farisogullari diyar kir ku hikûmeta AKP’ê mêtingeriyeke nû li Kurdistanê xistiye dewrê û wiha pê de çû: “Di serî de xwestin xeta Rojava dagir bikin û ji bo vê jî di serî de Efrîn dagir kirin. Dewleta tirk bi tena serê xwe Efrîn dagir nekir. Li ber çavê dinyayê bi piştevaniya hêzên serdest Efrîn hate dagirkirin. Ev pêngav niha li başûrê Kurdistanê didome. Li Rohilata Navîn du enî hene ku dixwazin ji nûve dîzayn bikin û hêzên deshilat dixwazin hinek rêyên nû ji vê yekê re vekin. Bi Efrînê û Şengalê ev yek dewam kir. Li Şengalê bi rêyên cuda û hevkariyê operasyon pêk anîn. Bi hevkariya qirêj Mam Zekî û Diyar Xerîb jiyana xwe ji dest dan. Tirkiye bi serê xwe bi tu awayî nikare vê rêbaza Îsraîlê li ser xaka Kurdistanê bide meşandin. Hêzên serdest ên navneteweyî li dijî kurdan komployeke nû dane destpêkirin.”

‘Plana têkbirinê’

Di berdewamê de jî Farisogullari qala plana ‘têkbirinê’ ya li dijî kurdan ku di civîna MGK’ê ya 2014’an de hatibû dayîn kir û wiha nirxand: “Kurdan êşên gelek mezin dîtin. Lê tevî hemû êşên giran, kurdekî jî li hemberî van êş û êrîşan çong netewand. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê serî netewand. Tevî van êrîşan jî kurdan têkoşîna siyaseta demokratîk heta dawiyê meşand û dixwaze aştiyeke mayînde pêş bikeve. Tişta ji niha û şûnde bê kirin dive her kes guh bide bang û peyamên birêz Ocalan û tespîtên wî esas bigirin. Birêz Ocalan rêya sêyemîn pêşniyar kir û vê pêşniyarê hişt ku aliyê demokrasiyê bi serbikeve. Ji ber ku rêya sêyemîn a Ocalan bi serket û faşîzm têkçû, niha jî aliyê dagirkirinê ketine dewrê.”

Bang li hikûmeta Başûr kir

Parlamenter Mûsa Farisogullari wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hikûmeta başûrê Kurdistanê xizmetê ji polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê re neke. Em bang dikin û dibêjin; axa we tê dagirkirin. Gelê we tê qetilkirin. Divê hûn xwedî helwestek bin. Divê birêz Neçîrvan Barzanî ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd rol bilîze. Divê bingaha yekitiya kurdan ava bike. Gelê Biradostê gelek berxwedêr û serhildêre. Divê her kurdek li her alî tev li berxwedana gelê Biradostê bibe. Dîrok vê yekê efû nake. Gelê me tê qetilkirin lê Neçîrvan Barzanî Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd tewanbar dike. Ev yek nayê qebûlkirin û divê hikûmeta Başûr û Iraqê li dijî vê dagirkeriyê derkevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar