Meclisa Ciwanan a HDP’ê xwest li Amedê şahiyê li dar bixe. Polîsan êrîşî şahiyê kir. Di êrîşê de polîsan guleyên plastîk berda çîpên Umît Akbiyik û ew birîndar kirin
Meclisa Ciwanan a HDP’ê xwest li Amedê bi dirûşma “Nebe muptela, azad bibe” di 16’ê tîrmehê de li Parka Sumerê şahî li dar bixe. Polîsan bi hêceta “ewlehiyê” şahî asteng kir û bi astengiyê re jî êrîşî ciwanan kir. Di êrîşê de polîsan guleyên plastîk berda çîpên endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Umît Akbiyik. Akbiyik ji çîpên xwe birîndar bû û çîpên wî reş û şîn bûn û kêm girtin. Akbiyik da zanîn ku ew li gel birîndarkirina bi guleyên plastîk polîsan tundî û îşkence lê kiriye û beriya niha jî polîsan gelek caran wî binçav kiriye û gef lê xwarine. Akbiyik anî ziman ku polîsan di êrîşê de bi zanebûn gule berdane wî. Akbiyik got zextên li ser wan polîtîkaya dewletê ya li dijî ciwanan dide nîşandan. Akbiyik çû serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) da û giliyê polîsan kir. AMED