Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gav bi gav ber bi Şoreşa Rojava ve

Şoreşa Rojava xwedî serpêhatiyeke domdirêje. Yek ji kesên bi dehan salan bingeha şoreşê amade kir jî Ocalan e. Şoreşa Rojava ku li ser hîmê neteweya demokratîk pêk hat, niha hem ji bo Sûriyeyê û hem jî temamiya Rojhilata Navîn bûye hêvî

Rojava di 19’ê tîrmeha sala 2012’an de mohra xwe danîn binê şoreşekê ku bû hêvî ji tevahiya Rojhilata Navîn re. Li vî parçeyê Kurdistanê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 salan ked lê da, dema ku roja şoreşê hat stratejiya ‘rêya sêyemîn’ a Ocalan xwe nîşan da û şoreşa ku di çarçoveya vê stratejiyê de pêk hat 7 sal li pey xwe hişt. Şoreş bû şoreşa gelan.

Piştî ku Kurdistan hate parçekirin, Rojava hem piştgirî da têkoşînên azadiyê yên parçeyên din ên Kurdistanê û hem jî ji bo azadiya Sûriyeyê berdêlên giran da. Gelê Rojava ji aliyê sîstema netewe-dewletê her tim hate pelçiqandin û zext lê hate kirin. Tevî vê yekê jî şoreşa xwe pêk anî û ji hemû gelên bindest re bû hêvî.

Pêngav bi pêngav ber bi şoreşa Rojava ve

Ji bo fêhmkirina mezinahiya vê şoreşê û çareseriya krîza Sûriyeyê dibe ku wê çêker be ku mirov rêwîtiya ber bi vê şoreşê ve bi bîr bînin.

*Di nava Şerê Yekemîn ê Cîhanê de anku di sala 1916’an de li gorî peymana Sykes-Picot a ji aliyê Brîtanya û Fransayê ve hate amadekirin, Kurdistan a ji aliyê Osmaniyan ve hatibû dagirkirin başûrê wê ji ingilîzan, rojavayê wê jî ji fransiyan re, her wiha bakurê wê jî di navbera her du dewletan de dihate parvekirin.

*Piştî ku Osmanî têk çûn, li Sûriye û Iraqê hikûmeta Melîk Faysal ava bû û Rojava û Başûr jî tev li vê bûn. Fransa ku di sala 1919’an de Lubnan dagir kir, si sala 1920’an de jî Sûriye dagir kir.

*Yek ji kesên ku li dijî dagirkeriya Fransayê berxwedaneke mezin nîşan da, ji kurdên li Şamê Yûsif Ezma bû. Ezma serkêşê Ceyş-ul Wetenî (Artêşa Welat) bû. Piştî ku Ezma têk çû, hêzên Fransayê xwe gihandin Şamê.

Mafên kurdan nehatin dayîn

* Fransa ku 25 salan li Sûriyeyê serdest bû, piştî ku artêşên Nazî di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de berê xwe dan Fransayê, neçar man xwe vekişînin. Lê belê wê demê yek ji serkêşên berxwedana li dijî Fransayê ji kurdên li Idlibê Îbrahîm Henano bû.

*Lê belê di 17’ê nîsana sala 1946’an de piştî ku artêşa Fransayê xwe ji Sûriyeyê vekişand, tevî ku kurdan berxwedaneke mezin nîşan dan jî neheqî li wan hate kirin.

*Piştre li Sûriyeyê li ser hev darbe pêk hatin. Di navbera salên 1954-1958’an de di dema desthilatdariya Şukru Quwetlî de, ji ber ku xwe nêzî Sovyet Rûsyayê kirin, serokê dewleta Misirê Cemal Abdulnasir kete dewrê û Misir û Sûriye ‘li hemberî xetereya komunîzmê’ bi navê Komara Ereban a Yekgirtî bûn yek.

Polîtîkaya qirkirin û pişaftinê

*Ber bi dawiya salên 1950’î, kurdan koçî herêma Cizîrê kirin û li vê derê nêzî 300 hezar kurd hebûn. Rejîmê biryar da ku li Cizîrê nifûs were hejmartin û di encama vê hejmartinê de nêzî 200 hezar kurd ketin statuya biyaniyan û mafê wan ê hemwelatîbûnê ji destê wan hate stendin.

*Di 13’ê mijdara 1960’an de Qetlîama Sînemaya Amûdê hate kirin. Di vê qetlîamê de bi sedan zarokên dibistana seretayî dema li filmê ‘Reşikê Şevê’ temaşe kir ê ku qala berxwedana Cezayîrê ya li hemberî Fransayê dikir, di şewata Sînemaya Amûdê de hatin qetilkirin.

*Komara Ereban a Yekgirtî di sala 1963’yan de hate hilweşandin û di 8’ê adara 1963’yan de partiya Beas a ku nîjadperestiya ereban dikir, hate ser hukim. Beasê bi polîtîkayên şoven, xwest hemû kesên li ser axa Sûriyeyê bike ereb.

* Partiya Beasê zimanê zikmakî yê kurdan qedexe kir, dest danî ser axa wan, rêxistinbûna wan asteng kir, navê cîh û warên wan guhert û kurd asîmîle kirin.

‘Kemera Ereban’

*Piştî desthilatdariya Beasê ya heft salan Hafiz Esad di sala 1971’an de bi ‘derbeyeke di nav partiyê’ de dest danî ser desthilatdariyê. Esad hevalên xwe yên berê avêtin zindanan û sirgun li ser wan ferz kir. Beasê bi tundî ajot ser kurdan û ‘Kemera Ereban’ temam kir a ku berê li ser xeta Girê Spî, Ezaz-Cerablusê bingeha wê hatibû danîn.

*Rejîma Beasê di sala 1963’yan de wekî plana Şark Islahatê ya Tirkiyeyê qirkirineke ji 12 xalan xiste meriyetê.

*Di sala 1993’yan de gelek siyasetmedarên kurd di Girtîgeha Hesekê de hatin şewitandin û di 12’ê adara 2004’an de Qetlîama Qamişloyê hate kirin. Bi van serhildanan re çirûska 19’ê Tîrmehê hate vêxistin. Kurdan hêzên xwe yên xweparastinê ava kirin.

* Ligel ku polîtîkayên zext, bênasnamebûn, girtin û qetilkirinê jî kurdan li Rojava rêxistinbûna xwe domandin.

Rojava bû hêlîna rewşenbîrên kurd

* Di sala 1927’an de Cemiyeta Xoybûnê ya ku li Beyrûdê hate avakirin, kurdên li Cizîrê, Şam û Helebê anîn ba hev. Cemiyeta Xoybûnê pêşengiya Serhildana Agiriyê ya di navbera salên 1927-1930’an de kir. Kurdên li Rojava her dem piştgirî dan têkoşîna azadiyê ya li parçeyên din.

*Rojava ji bo ronakbîriya kurdan jî bû navend. Celadet Elî Bedirxan û birayê wî Kamûran Elî Bedirxan yekemîn kovara bi kurdî, Hawar derxistin. Bingeha alfabeya latînî ya kurdî hate danîn.

*Ji bo roja geşedanaherî mezin jî ev bû ku Ocalan di 2’yê tîrmeha 1979’an de çû Rojava. Ocalan dema ku çû Kobanê, Rojava bû wekî akademiyekê. Bi sedan ciwanên ji Rojava yên ku ji vê akademîyê mezûn bûn, tev li şoreşa azadiyê bûn.

Bihara Ereban

*Di sala 2010’an de li Tûnûsê xwendekarê bi navê Mûhammed Boûazîzî xwe şewitand û pêvajoya bi navê Bihara Ereban hate destpêkirin. Di serê sala 2011’an de êdî dor hate ser Sûriyeyê.

*Di Kanûna 2011’an de Hasan Alî Akleh ji bo protestokirina rejîmê xwe şewitand û piştî ku li Şamê polîsan li esnafekî dan, 1500 kes bi slogana ‘Kes nikare gelên Sûriyeyê biçûk bixîne’ daketin kolanan.

*Dirûşma ”Eş-Şa’ab yürîd iskât en-Nizâm!” (Gel dixwaze rejîmê birûxîne) ku beriya niha li Misrê û Yemenê hate bihistîn, vê carê li bajarê Deraa ya Sûriyeyê hate bihîstin.

*Piştî ku 15 xwendekarên ku ev dirûşm li ser dîwaran nivîsîn ji hêla hêzên rejîmê ve hatin girtin û îşkce li wan hate kirin, di roja înê de hêrsa gel li Deraayê rabû û piştre li bajarên Hema, Xûms, Laziqiye, Qamişlo û Dera Zorê berbelav bû. Piştre jî ‘hêrsa înê’ veguherî çalakiyên domdar.

Qetilkirina Hemza El Hatîp

*Di nîsanê de Hemza El Hatîp ê 13 salî ku di çalakiyekê de hatibû girtin, mehekê îşkence lê hatibû kirin. Cenazeyê El Hatîp yê parçe kirî ku li ser şopa şewatê û 3 şopên guleyan hate dîtin, di 25’ê gulanê de teslîmî malbatê hate kirin. Piştî ku wêneyên Hatîb li ser medyaya civakî berbelav bû, hêrsa gel rabû.

*Ber bi hezîranê ve qenadê çekdar ê tekoşînê komî ser hev bû. Di 2’yê hezîranê de 300 kesên muxalîf ên ji Sûriyeyê ku li Antalyayê komî ser hev bûn, konferansa bi navê ‘Li Sûriyeyê guherîn’ pêk hat. Di encama konferansê de komîteyeke ji 31 kesan hate avakirin.

*Piştî vê konferansa bi pêşengiya Îxvan-î Muslim (Birayên Misilman) Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) hate avakirin. Di 11’ê cotmehê de jî aliyê siyasî yê AAS’ê, Kongreya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) ava kir.

*Di 2012’an de bi vîdeoyeke ku lîderê El Qaîde Eymen El Zevahîrî weşandî, banga cîhadê li ‘Misilman’ ên Sûriyeyê hate kirin.

*Di 12’ê nîsana 2012’an de piştî ku hate aşkerakirin ‘hevdîtinên aştiyê’ ku Neteweyên Yekbûyî (NY) didomandin, di 13’ê hezîranê de ji hêla NY’yê ve rewşa li Sûriyeyê bi rengê ‘şerê navxweyî’  hate pênasekirin.

TEV-DEM kete nava liv û tevgerê

*Di 19’ê tîrmehê û beriya wê de AAS’ê dema ku dest danî ser Ezaz, Minbic û Cerablusê, Tevgera Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) ji Kobanê dest pê kir û dest danî ser rêveberiya bajar. Navê stratejiyê jî ‘Rêya sêyemîn’  bû. Ango ne rejîm û ne jî yên ku li dijî wê şer dikirin.

*Bi xweseriya demokratîk ku kurdan bi ereb, sûryan, ermen, tirkmen û çeçenên Rojava re danî, Rojava demeke dirêj bû cihê herî aram ê Sûriyeyê.

*Gelên herêmê ji hêlekê ve rêxistiniya pergalên xweser ê demokratîk kirin û ji hêlekê ve li dijî êrîşên li ser wan têkoşîneke bêhempa kirin.

*Çeteyên bi desteka tirk ên bi navê El Nusra û AAS tevgeriyan, piştî ku li Qestel Cindo ya Efrînê, li Şêx Meqsûd a Helebê û Serêkaniyê şikestin, dewleta tirk vê carê jî berê DAIŞ’ê da ser Rojava.

*Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên 2014’an ên li ser Kobanê ku ji bo DAIŞ’ê bû destpêka têkçûnê, di 21’ê adara sala 2019’an de li gundê Baxozê yê Dêra Zorê bi temamî têk çûn.

*Li gorî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî, kurd û gelên herêmê di vî şerî de ji 11 hezaran zêdetir şehîd dan û şoreş parastin.

*Bi pergala civakî, siyasî, dîplomatîk, aborî, çandî, leşkerî û pergala azadîxwaziya jinê, ne tenê ji bo Rojava, ji bo Sûriye û hemû gelên herêmê îdiaya ku bibe çareserî mezin dike.

Çavkanî: Ersîn Çaksû / ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar