Rojnameger Kîbriye Evren ku 9 meh in girtiye, îro danişîna biryargitinê ya dozê wê hat dîtin. Lê Evren di vê danişînê de jî nehat berdan û doz taloqê 24’ê îlonê hat kirin
Danişîna biryartinê ya doza rojnameger Kîbriye Evren ku di 9’ê Cotmeha 2018’an de li Amedê hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hatibû girtin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Lê Evren di danişîna îro de jî nehat tehliyekirin.
Ji ber ku Evren li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tev li greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibû, beşdarî 5’emîn rûniştinê nebûbû û xwe neparastibû. Dozger beyana şahidên veşartî pêşkeş kiribû û bi hinceta Evren di nav xebatên TJA’yê de cih girtiye û bi îdîaya ‘Endama rêxistinê’ ji 7 salan heta 15 salan bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ heta 5 salan ceza ji bo Evren dixwaze.
Her wiha di dawiya danişînê de dozger doza Evren taloqê 24’ê îlonê kir. AMED