Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Kurdek li Trabzonê hate lînckirin

Komeke ji geştyarên başûrê Kurdistanê dema ku li Trabzonê dixwestin bi egala rengên ala Kurdistanê û peyva Kurdistanê li ser wêne bikişîne, rastî êrîşa komeke nîjadperest hat. Kurdê başûrî ji hêla komê ve hate lînckirin û 9 başûriyên ji bo geştyariyê hatin jî hatin binçavkirin

Geştyarên ji başûrê Kurdistanê dema ku li Uzungol a girêdayî navçeya Çaykara ya Trabzonê dixwestin bi ala Herêma Federal a Kurdistanê wêne bikişînin, ji hêla komeke nîjadperest ve hate lînckirin.

Li gorî nûçeya Arti Gerçekê, komeke geştyarên ji başûrê Kurdistanê dema serdana cihê geştyariyê yê Uzungol a Çaykara ya Trabzonê dikin, kurdistaniyek dixwaze ku li cihê geştyariyê bi egaleke ku bi ala herêma Kurdistanê û nivîsa Kurdistanê li sere wêne bikişîne. Hat zanîn ku li ser vê yekê komeke mezin a nîjadperestên tirk êrîşî welatiyê başûrê Kurdistanê kir.

Li cihê bûyerê tevî ku cendirme hene jî heta demekî dirêj mudaxale nakin. Welatiyê ji başûrê Kurdistanê demekî dirêj ji hêla koma nijadperest a tirk ve tê lînckirin û di wê demê de kurdistanî di qîre û hawarê dixwaze. Hat zanîn ku 9 welatiyên başûrê Kurdistanê ji hêla cendirmeyan ve hatine binçavkirin.

Her wiha kesa ku dîmenan dikişîne jî bi gotinên weke ‘Bîj û bê mejîno hûn kî ne?’ çêr û heqaretan li kurdan dike.  Nehat zanîn bê ka navê kesê rastî êrîşê hatî kî ye.

Têkildarî mijarê walîtiya Trabzonê jî daxuyaniyeke sosret da. Walîtiya ku navê Herêma Federal a Kurdistanê bilêv nekir, ev agahî dan; ‘Saet derdora 11.00’an li taxa Uzungol a Çaykarayê ji 50 kesên iraqî yên ku ji bo geştiyariyê hatin 9 jê, dema ku dixwestin bi egala ku nivîsa Kurdistanê li ser bû wêne bikişînin, rastî berteka gelê herêmê hatin. Li ser vê yekê rageşiyekî dem kurt rû da. Li ser vê yekê hêzên me yên ewlehiyê mudaxale kirine û gelê me yê herêmê jî tebitî ye. Têkildarî mijarê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Çaykarayê 9 iraqî hatine binçavkirin û der barê mijarê de tahkîkata edlî dest pê kiriye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar