Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir

Li Dîlokê dema hişkkirina îsot, bacanên reş, xirtik û ecûran destpê kir. Jinên ku vî karî dikin diyar kirin ku karê wan pir ne zehmet e lê ew keda destê xwe nagirin

Li Dîlokê piştî destpêkirina germahiya zêde dema hişkirina îsot, bacanên reş, xirtik û ecûrên jî dest pê kir.

Têkildarî mijarê Gîzem Karabaş diyar kir ku hişkirina berên navbirî çandeke Dîlokê ye û ew her havînî vî karî dikin û got ku bi vê karî hem pê debara xwe dikin hem jî bi vî awayî çanda xwe didomînin.

Karabaş anî ziman ku ew bi malbatî vî karî dikin û da zanîn ku ew îsotên ku ji jinên taxê dikirin bi îskeleyan ve daldidîqnin û wiha domand: “Bi piranî em sibehê saet di 7’an de dest bi kar dikin û êvarî saet di 6’an de jî diçin malê. Zehmetiyên karê me hene, lê ji bo debarê em ji mecbûrî dikin. Ez û diya xwe îsotan bi îskeleyan ve daldiqînin û li bendî wan in ku hişk bibin. Bavê min û xwişk û birayên min ên din jî li dikana me ya çarşiyê tiştên em hişk dikin difiroşin. Em ji karê xwe hez dikin. Lê belê em heqê ekda xwe nastînin. Li gor par îsal tav hindik e û ji ber vê îsot dereng hişk dibin. Îsal di 15 rojan de hişk dibin.”

Her wiha Karabaş destnîşan kir ku berê wan hemû xwezayî ne û tahma wan gelek xweş e.

Karker Meryem Ozturkmen jî diyar kir ku kardêr zebzeyê ku dê bên hişkirin dide wan û ew jî li jinên taxê belav dikin û anî ziman ku jin pêşî nava zebzeyan paqij dikin û paşê bi benikan girêdidin û wiha got: “Ji bo neşewitin ser wan tên nixumandin. Piştî hişk dibin em wan jî îskeleyan dadixin û dikin pakêt. Em çiqas îsot bi îskeleyê ve daliqînin em ewqas pere distînin. Karê me ne karekî pir zehmet e, lê ji ber em pir li ser pêyan dimînin em diwestin.” DÎLOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar