PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Kurdên Başûr bi lêdanê hatin dersînorkirin!

Komek turîstên ji Herêma Federal a Kurdistanê yên li Trabzonê ji ber ala Herêma Kurdistanê hatin lînçkirin, piştî hatin binçavkirin, hatin der sînor kirin. Li aliyê din jî PDK li Başûr parastina ala tirk û dagirkerên ku komkujiyê dikin dike

Komek turîstên ji 50 kesan pêk diha yên ji Herêma Federal a Kurdistanê ji bo gerê hatin Uzungol a navçeya Çaykara ya Trabzonê. Welatiyên ji Başûr duh xwestin bi ala Herêma Federal a Kurdistanê ya ku “Kurdistan” li ser nivîsandî wêne bikêşin. Lê belê rastî bertek û êrîşên welatiyên derdor û nijadperstên tirk hatin. Hat diyar kirin ku ji koma turîstan a jin û zarok jî di nav de heyî 9 jê piştî êrîşên lînçê hatin binçavkirin û piştre hatin der sînor kirin. Hewldana lîncê ya bi saetan berdewam kir, ji aliyê welatiyên derdorêve bi kamerayan hatibû kişandin.

Walîtiya Trabzonê jî derbarê bûyerê de daxuyanî dabû û ji bo turîstên kurd ên rastî êrîşê hatibûn wiha got: “Me welatiyên bi eslê xwe ji Iraqî binçav kir û lêpirsîna pêwîst derbarê wan de da destpêkirin.” Serdozgeriya Komarê ya Trabzonê jî daxuyaniyek da bû û diyar kiribû ku ji ber ala ‘Kurdistanê’ rakirine, piştî lêpirsînê ji bo werin dersînorkirin, wan 9 kes radestê dezgehên pêwendîdar kirine. Lê serdozgeriya Trabzonê û walîtaiya Trabzonê derbarê êrîşkaran de tu tişt ne gotin. Piştî binçavkirin û lêpirsînê hate zanîn ku 9 turîst ji ber xwestine bi ala Herêma Kurdistanê wêne bikişînin, hatine der sînor kirin.

Li Başûr çi diqewime?

Ev aliyê qewimîna buyerê ye. Lê belê bêyî şîrovekirin jî derbaskirina vê buyerê dê di warê exlatî û wijdanî de kêm bimîn e.  Pêwîst mirov hin mijarên din jî bi bîbîr bixe. Hêjayî gotinêye ku ji 27’ê Gulanêve ye êrîşeke qirkirinê hem ji hewayî hem jî ji bejayî ya dewleta tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê heye. Bi salan e zêdetirî 20 baregehên artêşa tirk li Başûr bi cih bûne û rojane tundiyê li ser welatiyan dikin. Ala tirk pir bi hêsanî li her devera Başûr daliqandiye. Hêzên PDK’ê ji bo dagirkeriya Başûr ji artêşa tirk re pêşengiyê dike û bi pêşmergeyên xwe jî parastina leşkeran dike. Her wiha asayişa PDK’ê jî welatiyên ku vê dagirkeriya dewleta tirk qebûl nakin jî digirin îşkence dikin bi qanûnên PDK’ê tên cezakirin. Rojane ji aliyê dewleta tirk ve sivîl tên qetilkirin. Lê belê rojekê bi xwe jî Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê û desthilatiya PDK’ê dewleta tirk şermezar nekirine û kujer dersînor nekirin.

Dîsa hêjayî bibîrxistinê ye ku PDK ji êrîşên dewleta tirk  hebûna PKK’ê berpirsyar dibîn. Hêjayî pirsînê ye ku gelo li Tirabzonê welatiyên Başûr ên kurd ala PKK’ê hildan ku rastî êrîşê hatin. Gelo dê li ser vê helwestê desthilata PDK’ê daxuyaniyekê bide yan na?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar