Li dijî wesayîta meqamê ya fermandarê cendirmeyan ê Bedlîsê fermandar Zafer Akkuş êrîşa bi roket pêk hat û jiyana xwe ji dest da. Di êrîşê de cerdevanek û ajokarê maşîneyê jî bi giranî birîndar bûn.
Li herêma gundê Hêrvês ê girêdayî navenda Bedlîsê li dijî wesayîta meqamê ya fermandarê cendirmeyan a navçeya navendî ya Bedlîsê fermandar Zafer Akkuş êrîşa bi roketê pêk hat. Di êrîşê de fermandar (serdar) Akkuş, ajokarê wî û cerdevanek birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê. Fermandar Akkuş tevî hemû mudaxeleyên tibî jî jiyana xwe ji dest da. Cerdevan û ajokar jî hildan beşa lezgîn.
Hat ragihandin ku piştî bûyerê li herêmê operasyonek berfireh hate destpêkirin. BEDLÎS