Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Konsepta şerê psîkolojîk a KT’ê

Komara Tirkiyeyê (KT) li diji Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê serî li her cure propagandayan dide û şerê psîkolojîk dimeşîne. Vê yekê her tim û li her derê pêk tîne û di qada navneteweyî de bi rêya qelemşorên ku bi pereyan kirîne pêk tînin. Di çapemenî, TV, radyo, weşanên înternet û satelaytê şerê psîkolojîk kûrtir dike. Bi nûçeyên derewîn li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê xebatên propagandayê pêk tîne.

Dewleta KT dema di qada navneteweyî de şerê psîkolojîk dimeşîne amûrên cudatir bi kar tîne. Di vê mijarê de nemaze jî hêzên xayîn dixe dewreyê û bi kar tîne. Ji ber ku dixwaze bi rêya van hevkaran derewên xwe meşrû bikin. Ji ber vê yekê li Rojava ENKS’ê û li başûrê Kurdistanê jî hevkarên ku tên zanîn bi kar tînin. Di van rojên dawîn de bêtir serî li vê rêbazê dan. Şerê qirêj û taybet ku li hemberî Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê dimeşîne, niha bêtir li derveyî sînorên xwe xistiye meriyetê.

Di esasê xwe de dewleta KT’ê ev polîtîka nû nexistiye meriyetê. Di destpêka salên 1990’î de van polîtîkayan dimeşîne û êrîşa ku di sala 1992’yan de pêk hat girêdayî vê rastiyê ye. Xwest bi vê êrîşê ve axa başûrê Kurdistanê dagir bike û li aliyê din jî hêzên hevkar ku her tim di bin kontrola wan de ne li hemberî Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê bên bikaranîn. Ji ber vê polîtîkaya xwe hinek encam bi dest xistin.

Piştî Komploya Navneteweyî ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê hinek tedbîr hatin girtin û pêşî li pevçûnan hat girtin. Her çiqas pêşî bi temamî talûkeya pevçûnan ji holê nehatibe rakirin jî, di vê mijarê de encamek hatiye bi destxistin. Piştî salên 2000’î bandorê vê yekê xwe nîşan da, lê devleta KT’ê dev ji polîtîkayên şerê qirêj û taybet berneda. Li dijî vê yekê her roj li başûrê Kurdistanê serî li provokasyonan dide û dixwaze pevçûn jinûve dest pê bikin. Ji bo van polîtîkayên xwe pêk bîne bêtir xayîn û hevkaran dixe dewreyê û di van rojên dawîn de bi awayekî lez van polîtîkayan dimeşîne.

Di rewşa heyî de başûrê Kurdistanê bûye wek hewşa dewleta KT’ê. Ev rastiyek e û nayê înkarkirin. Di salên 1970’ê de li Amerîkaya Başûr û Afrîkaya navîn gelek dewletên wiha hebûn û wekî ‘Komara Muz’ dihatin pênasekirin. Dewleta tirk li başûrê Kurdistan hem bi rasterast û hem jî bi rêya hevkarên xwe her cure karên qirêj dimeşînin. Her çiqas başûrê Kurdistanê di fermiyetê de wek parçeyek axa dewleta Iraqê be jî û behsa rêveberiya ‘herêmî’ were kirin jî ev rastî li holê ye. Ev der bi awayekî fîîlî ji aliyê artêşa tirk ve hatiye dagirkirin. Li vê derê rêxistinên îstîxbaratê li Tirkiyeyê rihetir tevdigerin. Her roj bombeyan bi ser gelên başûrê Kurdistanê de dibarînin û qetlîaman pêk tînin. Li aliyê din qaçaxiya petrolê dikin û pereyên neqanûnî tên bikaranîn. Ji qral bêtir parêzvantiya qral dikin. Helwesta ku li hemberî êrîş û qetlîamên dewleta KT tê nîşandan mixabin vê rastiyê radixe ber çavan.

Dewleta KT her roj li başûrê Kurdistanê qetlîaman pêk tîne, gund, baxçe, daristan, zevî û çiyayan bombebaran dike, heywanan telef dike û her derê wêran dike. Ligel vê yekê li başûrê Kurdistanê hinek TV û hinek kesên ku li ser navê hikûmetê diaxivin di weşan û axaftinên xwe de dewleta tirk mafdar nîşan didin û Hêzên Tevgera Azadî û Demokrasiyê sûcdar dikin. Ev weşan û daxuyaniyên bêberpirsyar û provokatîf in. Di çarçoveya şerê psîkolojîk de derewan dikin, propagandaya reş pêk tînin û îftîrayan diavêjin şehîdên Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê û bîzê mirov tevlihev dikin. Heta di weşanên xwe de gel raste rast teşwîqî ajantiya dewleta tirk dikin. Di weşanên xwe de gel dîtirsînin û dixwazin gel cih û warên xwe derkevin, koçber bibin. Bêguman ev weşan û daxuyanî li ser xwesteka dewleta tirk tê kirin.

Dewleta KT li rojava û başûrê Kurdistanê di çarçoveya şerê psîkolojîk de konseptekê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de; li gorî sînorên Mîsakî Mîllî axa Kurdistanê parçeyek ji axa wan e û divê vê axê bi dest bixin û li aliyê din jî Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê derxin derveyî sînorên xwe û li rojava û başûrê Kurdistanê li hemberî wan erê qirêj û taybet bimeşînin. Gelek caran faşîstê dîktator R. T. Erdogan li pêş kamerayan vê rastiyê îtîraf dike. Bi awayekî rihet ji kurdan re dibêje derkevin derveyî sînorên dewletê.

Li Rojava bi destê ENKS’ê û li başûrê Kurdistanê jî bi destê hevkaran di çarçoveya propagandaya reş de şerê psîkolojîk dimeşîne û her roj van polîtîkayên xwe kûrtir dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar