Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Tecrîd agirê şer gurtir dike

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, redkirina serlêdanên parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku divê di serî de dewlet û bi giştî hemû muxalefet bang li dewletê bike ku li gorî hiqûqê tevbigere. Akin Bîrdal jî got: “Redkirina serlêdanan tê wateya gurkirina êgir.”

Her çend piştî çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibe şikandin jî, lê belê meheke serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ên ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bêbersiv hatine hiştin. Parêzvanên mafên mirovan Eren Keskîn û Akin Bîral ji nûçegihanên MA’yê Adnan Bîlen û Mujdat Can re axivîn û xwestin ev bêqhiqûqîtî rojek berî rojekê ji holê bê rakirin.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, bilêv kir ku tecrîd ji roja ku Ocalan anîne Tirkiyeyê heta niha heye. Keskîn, destnîşan kir ku Girtîgeha Îmraliyê derî qanûnên Komara Tirkiyeyê tê birêvebirin û ev her diçe zêdetir dibe. Keskîn, got: “Dewleta Komara Tirkiyeyê Girtîgeha Îmraliyê ji bo polîtîlkayên xwe yên hundurîn kir amûrek. Niha li Girtîgeha Îmraliyê, Tirkiye li gor hiqûqa xwe ya navxweyî tev nagere. Çimkî di hiqûqa wê de diyar e wê hikumxwar di li gor kîjan pîvanan hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzeran re çêbikin. Lê vê yekê nake. Beriya hilbijartin atmosfereke wekî tecrîd şikiya be pêk hat. Bi ser de dewletê mirovekî ku em wî qet nas nakin şand giravê. Li wir xwest li ser navê xwe peyamekê bigire, lê bêfêde bû. Mixabin ev tiştên beriya hilbijartinê pêk hatin, piştî hilbijartinê hatin hilawistin.”

Keskîn bilêv kir ku der barê kurdan de polîtîkayeke dewletê ya çivanokî heye lê belê ev polîtîka tu encamê nagire û li Îmraliyê careke din tecrîd ketiye dewrê. Keskîn, got: “Partiyên siyasî yên ji kurdan doza dengan dikin baş dizanin ku kurd di çarçoveya îtifaqekê de deng dan wan û eger ne ji dengê kurdan bûna mesele diviya li Stenbolê encamên hilbijartinê biguheriyana jî. Ji bo Dewleta Komara Tirkiyeyê lig or hiqûqa xwe tev bigere di serî de Kiliçdaroglû bi giştî hemû aryedar divê bang bikin. Çimkî li wir Tirkiye li gorî hiqûqa xw etev nagere. Bereksê peymanên navnetewî yên îmzeya xwe li bin wan daniye tev digere. Eger ev bê kirin, wisa difikirim wê encamek jêd erkeve. Di hemû bûyerên binpêkirina mafan de tenê kurd doza hin mafan dikin. Halbûkî ev daxwazeke hiqûqî ye. Divê her derdor vê daxwazê bilêv bike.”

Tecrîd nayê qebûlkirin

Serokê Fexrî yê ÎHD’ê Akin Bîrdal jî divê pirsgirêka edalet, azadî û aştiyê nebe amûra hilbijartinê û got: “Kîjan wexta dema tê xwestin rojeva Tirkiyeyê biguhere, tecrîda yektîpî û girtîgehên tîpa F dikevin rojevê. Ev tecrîd pêkanîneke derî hiqûqê ye. Berê jî em bûn şahidên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê. helbet tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Ocalan nayê qebûlkirin. Ji bo vê Leyla Guven û girtî ketibûn greva birçîbûnê. Mixabin ev tecrîd tenê ne pirsgirêka Îmraliyê ye, pirsgirêka demokrasî, edalet ûa ştiyê ye jî. Diviya her kes bi yekdengî ji bo rakirina vê tecrîdê tev bigeriyana lê mixabin têkoşîn dîsa li ser milêd ayikan ûg irtiyan ma û di vê pêvajoyê de 8 kesî jiyana xwe ji dest da. Hin derdor bi israr naxwazin vê yekê bibînin; çimkî pirsgirêk pirsgirêka kurd e.”

Bîrdal wiha got: “Berxwedana Leyla Guven û nexasim jî ya dayikên kitanspî çalakiyên greva birçîbûnê xistin rojeva Tirkiyeyê. Paşê parêz 4 caran çûn Îmraliyê û ji wir peyamên girîng bi xwe re anîn. Ocalan peyameke 7 xalî şand, lê belê ev peyam rast nehat xwendin û nehat fêmkirin. Niha jî piştî hilbijartinê serlêdan tên redkirin. Bi ya min ev tê wateya gurkirina êgir.”

Bîrdal destnîşan kir ku nexasim jî divê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê bang bike û bêje tecrîd derî qanûna bingehîn, derî hiqûqê û derî hiqûqa navnetewî ye û got: “A dudoyan jî divê muxalefet vê yekê têxe rojeva xwe. Bi ya min gelê me di 31’ê Adarê û 23’yê hezîranê de nexşerêya Tirkiyeyê nîşan dan. Divê êdî meş di vê rêyê de be. Ji bo vê jî divê di serî de muxalefeta sereke û partiyên din ên muxalefetê vê yekê têxin rojeva xwe û ji bo tecrîd bi dawî bibe demildest divê gavina bavêjin.”

Her wiha Bîrdal destnîşan kir ku divê saziyan navnetewî yên wekî CPT, DMME, Parlementoya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Yekitiya Ewropayê jî tecrîdê têxin rojeva xwe.  WAN

MA / Adnan Bilen – Mujdat Can

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar