Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê milyonek mayin hatine çandin!

Xwişk û birayên Ayaz û Nûpelda Guloglu di 15’ê tîrmehê de li navçeya Pilûr a Dêrsimê ji ber teqîna mayina ku leşkerên tirk çandibû, jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Hewldana Tirkiyeke Bê Mayîn, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê milyoneke mayinan hatine çandin. Li gorî daneyên wezaretên karên hundir jî, ji sala 1984’an heta 2009’an hezar û 269 kes di teqînên mayinan de mirine

Di 15’ê tîrmehê de li mezraya Çakliyayla ya girêdayî gundê Bîlgeç ê Pilûr a Dêrsimê teqînek çêbû. Di teqînê de zarokên bi navên Ayaz (8) û Nûpelda (4) Guloglu ku xwişk û bira bûn, jiyana xwe ji dest dan. Walîtiya Dêrsimê têkildarî mijarê daxuyanî dabû û gotibû ku ji ber teqemeniyeke bi destan hatiye çêkirin zarokan jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin ku zarokan ji ber teqîna ji muhîmata leşkerên artêşa tirk jiyana xwe ji dest dane. Daxuyaniya waliyê Dêrsimê Tuncay Soner ku di got dê piştevaniyê bide malbatê, rastî bertekên xelkê Dêrsimê hat.

Malbata Guloglu sê sal in diçin zozanan û mehên havînê li wir derbas dikin. Teqîn 15 metre dûrî konên malbatê pêk hat. Şopên teqînê di serê mirovan de şikan çê dike. Ji ber ku li cihê ku tê gotin teqîn çêbûye, tu çal çênebûne. Her wiha kevirên li derî dorê jî parçe nebûne. Bi vê sedemê tê gotin ku teqîn ji ber teqemeniyeke bi destan hatiye çêkirin pêk nehatiye. Tê diyarkirin ku ev cureyeke cuda yê teqînê ye. Teqîn li nêzî Qereqola Kuşlucayê pêk hatiye. Ev jî şikên heyî zêdetir dike.

Hezar û 138 kes ji ber teqînên mayinên artêşê mirin

Bi vê bûyerê re mijara teqemenî û mayinên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê careke din kete rojevê. Li gorî daneyên ‘Hewldana Tirkiyeyeke Bê Mayin’, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê milyonek mayin hatine çandin. Li gorî heman daneyan, tenê di navbera salên 2004 û 2017’an de hezar û 138 kes ji ber berhemên leşkerî û mayinên hatine çandin jiyana xwe ji dest dane. Li Tirkiyeyê milyonek û 3 hezar û 943 mayin hatine çandin. Ev mayine jî herî zêde li bajarên Agirî, Êlih, Çewlik, Dêrsim, Bêdlîs, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdîr, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê ango li bakurê Kurdistanê hatine çandin. Li Tirkiyeyê di navbera salên 1991 û 1998’an de di serî de li herêmên sînor, li gelek bajarên nêzî sînor mayin hatin çandin.

Li gorî Peymana Ottawayê tevnegeriya

Dewleta tirk Peymana Ottawa ku hilberîn û çandiniya mayinan hatiye qedexekirin, di 4’ê kanûna 1997’an de biryar da ku îmze bike. Di 1’ê adara 1999’an de jî ev biryar kete meriyetê. Dewleta tirk di sala 2003’yan de ev peyman îmze kir. Di 1’ê adara 2004’an de peyman kete meriyetê. Li gorî peymanê, dewleta tirk di sala 2008’an de diviya bû ku 3 milyon mayin îmha bikira. Lê heta 2011’an mayinên ku hatine stokkirin îmha kir. Tirkiye diviya bû di sala 2014’an de milyonek mayinên ku hatine çandin paqij bikira lê ev peyman pêk neanî û heta sala 2022’yan jî dem xwest. Li dewleta tirk 9 hezar û 303 heb dij-personel mayinên çandî yên ji bo perwerdehiyê hene.

Xebat li ser sînor hatine belavkirin

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê, di navbera salên 1984 û 2009’an de ji ber teqemeniyan li Tirkiyeyê hezar û 269 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 91 kes jî birîndar bûne. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan 625 kes jê polîs û leşker û 644 kes jî sivîl bûn. Koordînatorê ‘Hewldana Tirkiyeyeke Bê Mayîn’ Muteber Ogreten got ku dewleta tirk di sala 2017’an de dest bi paqijiya mayinan kir. Ogreten da zanîn ku ev xebat têkildarî ewlehiya herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat bûn. Ogreten diyar kir ku xebatên wan ên li ser sînorê başûr û rojhilatê Kurdistanê li 3 herêman hatiye belavkirin û wan gava 1’emîn xelas kiriye.

Karê paqijkirina mayinan hêdî dimeşînin

Ogreten wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me hêj dest bi xebatên din nekiriye. Li ser sînorê Sûriyeyê jî hem mayin tên paqijkirin û hem jî li ser sînor dîwar tê lêkirin. Tirkiyeyê li gorî peymanê diyar kiribû ku dê heta sala 2014’an hemû mayinên hatine çandin paqij bike. Lê niha ev yek heta sala 2022’an dirêj kirin. Ji ber ku karê paqijkirina mayinan pir hêdî dimeşînin.” DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar