PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Şerîk: Li her devereke cîhanê nirxên kurdan geş dibin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku divê DAIŞ’ê li ku sûc kiribe, li wir bê darizandin. Şerîk da zanîn ku Şoreşa Rojava nû çêbûye û hinek kêmasiyên xwe hene lê tên çareserkirin. Şerîk da zanîn ku dewleta tirk hewl dide ku ji bo êrîşkirina Rojava ji xwe re hincetan amade bike. Şerîk got ku niha hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Ewropayê û cîhanê nirxên kurdan geş dibin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk têkildarî darizandina çeteyên DAIŞ’ê ya li dadgeheke navnetewweyî, gefên dewleta tirk ên li ser Rojava, hevdîtina Esad-Erdogan, operasyona Idlibê û dagirkirina Efrînê ji ANF’ê bi Toprak Eren re axivî.

Cemal Şerîk anî ziman ku DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê xwe birêxistin kiriye û wiha domand: “Ger ku tu DAIŞ’ê li dadgeheke navneteweyî ya mîna Laheyê bidarizinî jî divê li cografyaya ku sûc lê kiriye bê mehkûmkirin. Ji ber vê jî divê li wir were darizandin û mehkûmkirin. DYA dibêje ku DAIŞ ji kîjan welatî hatibe divê li wir bê darizandin. Ev jî rê li ber wateyên cuda vedike. Jixwe li Fransa, Belçîka û Almanyayê komkujî kir. Ji ber van komkujiyan ên hatine girtin jî darizandin. Helbet nabe ku wan bînin Rojava û bidarizînin. Nêzikatiya herî rast ew e ku li kuderê li dijî mirovahiyê sûc kiribe, li wir bê mehkûmkirin. Ev ji bo mirovahiyê jî peyameke. Bendewariya hemû hêzên siyasî yên berdest ên cîhanê ew  e ku darizandineke wiha li Rojava pêk were.”

Antîpropagandaya çapemeniyê

Têkildarî antîpropagandaya çapemeniya Rûsya, Sûriye û dewleta tirk ku îdia dikin ku gelê ereb li Dêrazorê li dijî HSD’ê çalakiyan li dar dixin jî Şerîk wiha got: “Serweriya li ser xakê ya DAIŞ’ê bidawî bû. Derbên wisa giran lê hate xistin ku hejî û nema dikare xwe bide ser hev. Lê ev nayê maneya ku DAIŞ qediyaye. Reqa, Minbic, Dêra Zor hilweşiya. Bi dehezaran teslîm bûn. Lê rêxistina veşartî ya DAIŞ’ê didome. Carcaran rêxistinên wiha dikarin provkasyonê bikin. Di rewşa heyî de DAIŞ nikare çalakiyeke mezin bike. Divê ev were dîtin. Plan û projeyên Tirkiyeyê yên li ser Rojava hene. Ji bo vê DAIŞ bi kar anî. Hê jî dixwaze ku El Nusrayê bi rengekî bi kar bîne. Rêxistinên dûvelingên wê jî hene. Hin dever hebûn ku ev hêz lê serwer bûn, karîgeriya van şikest, hatin paqijkirin. Ji hev hatine belavkirin, hêza wan ku fiîlî, leşkerî tevbigerin nîn e. Hin kesên ku kirine sîxûr hene, carcaran dikevin nav. Hewl didn ku rêxistinên bi rengê hucreyan ava bikin. Li ser van çalakiyan dikin. Nexasim Tirkiye vê dike.”

‘Gelemperiya nûçeyên medyaya tirk derewin’

Şerîk da zanîn ku piraniya çalakiyên li Minbicê ji hêla îstîxbarata tirk ve hatine kirin û wiha pê de çû: “Li Reqa û Tebqayê jî xwe ceribandin.  MÎT’a TC’ê bi van dide kirin. Hin mirovan dikire. Çekan dide wan, bombeyan, sabotajan, suîqestan bi wan dide kirin. Tu tevgereke wiha ya cidî nîne. Hemû nûçeyên tên çêkirin, provakatîf in. Nexasim medyaya li Tirkiyeyê ku jê re ‘medyaya birkê’ em dibêjin. Di organên çapemeniyê de ku divê mirov wan weke amûrên şerê psîkolojîk binav bike, nûçeyên wiha dertên. Piraniya nûçeyên wan derew in. Ji bo ku wan nûçeyên derewîn piştrast bikin jî hin dîmenan diweşînin. Carna baran dibare û rê xirab dibe, an jî ceryan qut dibe û gel jî ji bo çareseriyê diçe pêşiya rêveberiyê. Ev tiştên sirûştî û nêzîkatiyên pir demokratîk in. Lê van dîmenan weke ku li Dêrazorê, li Reqayê gel rabûye ser piyan nîşan didin. Ji vê jî armanc dikin ku şoreşê reş bikin.”

‘Şoreş nû çêbûye û kêmasî hene’

Di berdewamê de jî Şerîk bi lêv kir ku Şoreşa Rojava nû çêbûye, bakurê Sûriyeyê nû azad bûye û ev nirxandin kir: “Helbet dê problem hebin. Mînak avdana xakê problem e, hewl tê dayin ku were çareserkirin. Mînak hin kargehên sinayî hene ku ne sazkar in, ambarên mezin hene, sîlo hene xira bûne divê werin tamîr kirin û hwd. Kêmasî hene. Dixwazin van probleman bi sabotajan girantir bikin. Li gelek deveran zevî hatin şewitandin. Ev hemû bi belgene bê ka kê şewitandine. Bi vê yekê dixwazin tevgerên ku li gorî xizmeta wan tevbigerin ava bikin û ji bo destwerdanê weke sedem nîşan bidin.”

Projeya Ocalan û Kembera Ereban

Cemîl Şerîk got ku dema li Efrîn, Kobanê û Cizîrê şoreş çêbû, mirovên li wan herêman hewl dan ku di nav kantonan de bixebitin û wiha pê de çû: “Ermen, asûr û ereb  di rêveberiya kantonan de cih girtin. Helbet ji ber ku şoreş li rojavayê Kurdistanê pêk hat, nasnameya sereke kurd bûn. Dîsa yên herî birêxistin jî kurd bûn. Ji ber vê, di avaniya siyasî ya nû de kurd karîger bûn. Redkirina vî tiştî ne rast e jî. Ne rast e ku mirov li bendê be ku cuda jî be. Beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, nexasim ji hêla Rêber Apo ve projeyeke hatibû danîn. Hêlên vê projeyê yên têkilî Rojava hebûn. Rêber Apo pirsgirêka rojavayê Kurdistanê, şoreşa wê tu caran ji Sûriyeyê cuda nenirxandiye. Çareseriya pirsgirêkê jî, mîna qebûlkirin destûrî, hiqûqî ya kurdan, qebûlkirina hemû gelan a hevûdû û li ser jiyana hevpar daniye. Ji ber vê jî, dijberiyeke bi ereban re tune. Li gel Kembera Ereb a li Rojava jî Rêbertî ev danî holê.

‘Şertên jiyana hevpar nerabûne’

Kembera Ereb ji Dêrikê heta bi Kobanê û ji wir heta bi Efrînê xetek e. Di nav wê erdnîgariyê de êlên ereb mîna xencerekê bi cih kirine.  Civakên ereb hatine danîn. Bi renge navendê jîgehê yên yek a kurdan û yek ya ereban dizayn kirin. Dema rejîma Besas di navbeyna kurd û ereban de hin nakokî hatine danîn, şer çêbûne. Herî dawî 2004’an li Qamişlo dema lîstika futbolê, şer çêbû. Bûye şerê kurd û ereban. Lê ji ber ku nakokiyên wiha hene, nayê wê maneyê ku şertên jiyana hevpar rabûne. Ev ne rast e. Ji ber ku yên ku vî şerî dikin hêzên serdest in. Hêzên desthilatê ne. Ya hewce çareseriya pirsgirêkan e.

‘Tevgera Azadiya Kurd tevgereke sosyalîst e’

Li gel ku rejim şerê kurd û ereban tim di bin çengê xwe de digire jî, Rêbertî bi nêzîkatiyen xwe ji bo ku pêşî li nakokiyan çareser bike, bi şêwaza xwe nîşan daye. Rêber Apo dostanî jî ava kirine. Jixwe Tevgera Azadiya Kurd bi renge tevgereke sosyalîst derketiye holê. Miliyetgirî nîne. Şehîdên xwe yên pêşî li Filistînê daye. Hurmetê dide nasname, civak, pergalên baweriyê yên cuda. Ji bo ku wan li ser xaleke hevpar bîne cem hev têdikoşe. Taybeymendiyeke wê ya wiha heye.  Ev taybetmenidya wê pêşî li rewşeke wiha girtiye. Di Şoreşa Rojava de ev rewş hewl hatiye dayin ku ev rewş zêdetir were pêşxistin.

Li dijî miliyetgiriya ereb, xeta demokratîk

Rejîma Sûriyeyê û hin derdorên li dijî rejîmê hewl didin li dijî kurdan milliyetgiriya ereb geş bikin. Dixwazin kurd nebin xwedî tu mafek. Tirkiye jî li wir milliyetgiriya ereb geş dike, tev dide. Li dijî vê çi hatiye kirin, li xeta demokratîk, sosyalîst hatiye rawestandin. Li ser avakirina pergaleke demokratîk helwest hatiye nîşandan ku ereb, kurd, ermen, asûr û tirkmen bikaribin bi hev re bijîn. Bi hemû gelan re têkilî hatine geşkirin. Di nava HSD’ê de jî hemû gel hene. Her wiha nûnerên gelan li meclis û rêveberiyan hene. Hemû gel rizgariya rastî di nav rêxistiniyeke wiha de dîtine. Bi vî rengî bi komên mezin ketine nav HSD’ê û meclisan. Ev rewş li rastiya Rojhilata Navîn jî digunce. Rojhilata Navîn jixwe wiha ye.

Hevdîtinên Sûriyeyê û dewleta tirk

Der barê gotina Beşar Esad ku di got; ‘Em bi Tirkiyeyê re didin û distînin’ de jî Şerîk ev tişt anî ziman: “Dewleta TC’ê û rêveberiya Esad ne ku nû didin û distînin. Dema ku şer herî giran jî, dema ku Erdogan li dijî Esad gotinên pir giran dikir jî têkiliyên wan hebûn. Ev têkilî rasterast di ser rêxistinên îstîxbarî re bûn lê her demê hebûn. Di van têkiliyan de her demê dijberiya kurdan rojeva sereke bû. Îstîxbaratan didin hev. Di ser hêzên sêyemîn re li welatên cuda civîn dikirin. Ev beriya niha gelek caran hatin gotin. Lê ev êdî nema têne veşartin. Sedemên ku êdî ev nema dikarin werin veşartin hene.

Armanca polîtîkaya dewleta tirk

Dewleta TC’ê hêvî dike ku ji vê berjewendiyên polîtîk bi dest bixîne. Li dijî DYA’yê, Rûsyayê bi kar tîne. Partnerê Rûsyayê li Rojhilata Navîn Îran û Sûriye ne. Dema ku Sûriye dibe hêzeke xurt, karîger wê demê Tirkiye jî bêgav dimîne ku têkiliyeke wiha bibêje. Ne tenê ev e, mînak hevdîtinên Astana hene, li Astana jixwe Tirkiye û Sûriye li ser yek maseyê rûniştin û bazaran dikin. Niha yek ji bazarên wir jî ev e; dewleta TC’ê yekparetiya xaka Sûriyeyê qebûl bike û ji wir hêzên xwe vekişîne. Her wiha desteka xwe ji hêzên ku li dijî rejîmê şer dikin vekişîne.  Divê mirov şaş nemine ku hêzên wiha bi her hêlê têkiliyên wan hene hatibin pozîsyoneke wiha. Baş e, kurd ji vê dê ziyanê bibînin? Jixwe kurdan heta niha ziyana mezin jê dîtine. Niha jî kurd dema xwe ya geş dijîn. Nirxên kurdan geş dibin. Hem li Ewropa, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li qada navneteweyî nirxên kurdan geş dibin. Di rewşeke wiha de bila têra xwe nêzî hev bibin. Nikarin ziyanê bidin kurdan. Berevajî, TC ji bo ku tifa xwe qurpandiye ji vî halê xirab dê bikeve halekî xirabtir.”

Mijara Efrînê

Şerîk got ku Rûsyayê Efrîn da dewleta tirk û wiha derbirî: “Divê pêşî ev were zanîn. Sûriyeyê jî çavê xwe ji vê re girt. DYA’yê destûr da vê. Ger ku Rojava bi giştî azad bibe û li wir bibe hêz, ev ne bi berjewendiya Rûsya, rejîm û DYA’yê ye. Ji ber vê, li ser tebliya zîvîn van hêzan Efrîn dane TC’ê. Di rewşa berdest de TC dixwaze li wir statûyekê çêbike. Ne bi wê helwestê ye ku bi hêsanî jê derkeve. Lê li gel vê jî, em li gel wê ne ku Efrîn di bin dagirkeriyê de bimîne? Na. Ji bo ku ji wir were derxistin helbet dê têkoşîn hebe. Şer ji xwe bi pêşengiya Hêzên Rizgariya Efrînê bênavber didome. Rejîma Sûriyê naxwaze Efrîn dîsa bibe xwediyê xwerêberiya xwe. TC ji wir were derxistin jî, Efrîn ji çeteyan were paqijkirin jî, dixwaze avaniyeke ku her kes hakim be çêbibe. Helbet heta ku pergaleke li gor wê nebe, ne pêkan e ku Tirkiye Efrînê berde. Tirkiye berde jî Sûriye nikare wir dagire. Kî wê wir dagire?

Rêveberiya Bakurê Rojhilat ê Sûriyeyê dê were tijekirin. Ew jî rêveberiyeke demokratîk e.  Ne rejîma Sûriyeyê, ne TC, ne DYA dixwaze ku HSD li qadeke berfireh bibe xwediyê rêveberiya demokratîk. Ji ber vê jî ne pêkan e ku TC gaveke wiha bavêje ku HSD were pozîsyoneke wiha. Anku ne pêkan e deverên ku dagir kiriye bihêle.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar