Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TSK li sînor bi cih dibe: DYA dixwaze rageşiyê zêde bike û xeta xwe ferz bike

Artêşa tirk li ser sinorê Bakurê Sûriye û Rojhilatê Bakur ê Sûriyeyê leşkeran bi cih dike. Tê diyar kirin ku artêşa tirk li ser daxwaza DYA leşkeran bi cih dike û dixwaze li aliyekî rageşiyê zêde bike û li aliyê din bêtir artêşa tirk û HSD’ê bîne hemberî hev û xeta xwe li ser aliyan ferz bike

Rojnameger Nazim Daştan derbarê Şoreşa Rojava, bi cih bûna leşkerên tirk ên li ser sînorê Sûriyeyê armanc û sedema wê nivîsê. Daştan agahî û çavdêriyên xwe wiha parve dike: “Li Sûriye piştî şerê navxweşî pêş ket, gelên herêmê xweseriyên xwe îlan kirin û parastina xwe ava kirin. Piştî gelê herêmê parastina xwe ya ji YPJ, YPG û HSD’ê pêk tê ava kirin DAIŞ ku li Rojhilata Navîn wekî tirsa şevan bû têk birin û hêza xwe li hemberî hemû cîhanê nîşan dan. Niha Şoreşa Rojava ji bo çareseriyê xeta sêyemîn diparêze û dixwaze vê xeta sêyemîn ji bo çareseriya li welatên Rojhilata Navîn jî wekî mînak bide nîşandan. Şoreşa Xweser a Demokratîk ku ket sala 8’an, her diçe wekî modelek mînak tê dîtin û qebûlkirin. Şoreşa Rojava ku êdî ji aliyê gelên herêmê ve tê qebûlkirin her ku diçe çeperên xwe fireh dike û gelek civak û neteweyên din di bin sîwana wê de kom dibin. Piştî Şoreya Rojava dest pê kir, hêzên parastinê jî ava kirin û di pêşengiya YPJ, YPG û HSD’ê de êdî hemû gelên herêmê ji êrîşên li derve parast û her ku diçe parastina xweseriya xwe xurt dike. HSD ku tenê ji bo parastina axa xwe, xwe bi rêxistin û hêz dike gelê herêmê diparêze.”

Daştan di berdewama nivîsa xwe balê dikişîne ser armanca dewleta tirk a ku dixwaze Şoreşa Rojava têk bibe û bi cih kirina leşkerên tirk ên li ser xeta sînor û van tiştan tîne ziman: “Tirkiye hêzên paratinê ya gelên bakurê Sûriye ji bo xwe her dem gef îlan kir. Tirkiye ji bo sinor derbas bike û têkeve axa Rojava serî li hemû rêyên siyasî, leşkerû û diplomatik dide. Lê heta niha Tirkiye ji xeynî ketina Efrînê û Cerablûsê tu encam bi dest nexist. Tirkiye her çend heta niha encam bi dest nexistibe jî hewldanên xwe yên ji bo têkeve axa bakurê Sûriye û rojhilatê bakurê Sûriye hewldanên xwe berdewam dike. Di rojên dawî de dîsa li ser daxwaza Hikûmetê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) leşkerên xwe û amûrên şer li ser sînor bi cih kir û sewqîyata leşkerî didome. Di van rojên ku TSK’ê leşker bi cih dike Heyeta DYA di pêşengiya Nûnerê Taybet ê Sûriye yê DYA’yê James Jeffrey de tê Tirkiye. Tê payîn ku rojeva sereke rewşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê û “Ewlehiya” heremê be. Pisporên ku herêmê ji nêzîk ve dişopînin, diyar dikin ku DYA ji bo Tirkiye û HSD’ê bêtir bi xwe ve girê bide û xeta xwe esas bigire bi zanebûn rageşiyê pêş dixe.”

‘Bazara çi dikin?’

Bi berdewamî Daştan van tiştan tîne zîman: “Tirkiye dixwaze ku herêma ji 30 kîlometre pêk tê li ser sînor bê avakirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî dixwaze herêma ji 5 kilometre pêk tê bê îlankirin. HSD bi şertê ku herêmê dewrî meclisa leşkerî ya herêmî bê kirin û rewşa Efrînê ji nûve bê rastkirin qebûl dike ku Tirkiye jî tev li dewriya li herêmê bibe. Niha DYA navbênkariya herdu aliyan dike. Lê Tirkiye diyar dike ku daxwazên wê pêk neyê dê êrîşî herêmê bike. Tirkiye di vê çarçoveyê de li ser sînorê Kobanê, Girê Spî û Serêkanîyê yekîneyên leşkerî bi cih dike. Artêşa tirk li ser sînor xendekan dikole, tang û topan bi cih dike û amadekariyê dike. Bi taybetî li ser sînorê Girê Spî liv û tevkera leşkerên artêşa tirk zêde bûne. Li ser sînor tank û topên obusan bi cih dike. Li herêmên din jî çekên giran tên bicih kirin. Li Serêkaniyê jî liv û tevgera leşkeri zêde ye. Li xeta Şêxan a Kobanê jî artêşa tirk çekên giran bi cih dike. Li hemberî liv û tevgera leşkerî ya artêşa tirk, li milê din HSD  jî amadekariyên xwe dikin û çeperên xwe yên li ser sînor bi hêz dikin. Çekên nû li  van çeperan bi cih dikin.”

Hevsengiya DYA

Daştan balê dikişîne ser rista DYA’yê ya di vê mijarê de jî û wiha didomîn e: “Li milê Rojavayê Firatê li Idlibê jî di navbera Rejîma Sûriye û komên selefî de şer didome. Di vê pêvajoyê de Tirkiye daxwaza ji bo milê Rojhilatê Firatê dîsa anî rojevê. DYA, ji ber mutefîkbûna NATO ya Tirkiye dest ji Tirkiye bernade. Tirkiye jî polîtîkayên Sûriye dispêre DYA’yê. DYA jî  dixwaze hevsengiya xwe ya li ser Sûriye û Tirkiye biparêze. Li milê din Tirkiye hem di nava polîtîkayên hundir de û hem jî di nava polîtîkayên derve de asê maye. Di vê pêvajoya ku hêza Tirkiye ya operasyonê ku li Herêma Federal a Kurdistanê û li Idlibê şer dike tê niqaşkirin, tê diyar kirin ku sevkiyata li Rojhilatê Firatê jî ji daxwaza DYA ne serbkixwe ye. Tê diyarkirin ku DYA ji bo Tirkiye û HSD’e bikeşîne ser xeta xwe polîtikayê pêş dixe. Tê payîn ku DYA û Tirkiye hevdîtin bike. Tê diyar kirin ku heyeta DYA ku bê Tirkiye wê li ser vê meseleyê nîqaş bikin. Tirkiye dixwaze HSD’ê li herêmê bê bandor bike, HSD jî diyar dike ku Tirkiye amadekariya êrîşê dike û sekna DYA ya li hemberî Tirkiye destûr dide ku Tirkiye leşker sewqî ser sinor bike.  DYA dixwaze her du aliyan jî di kontrola xwe de bihêle û li gorî xwe xetê diyar bike. Gelê Herêmê jî bi hêsa xwe ya leşkerî û siyasî ya cewherî polîtîka pêş dixe. HSD li gel hemû îxtîmalan amadakarî û tedbîrên xwe berdewam dike.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar