PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Vê hefteyê jî aqûbeta windahiyan pirsîn

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn. Denîz Gulunay a 27 sal berê bavê wê Hasan Gulunay hat binçaıvkirin û windakirin, nameyek ji çalaktiya Dayikên Şemiyê re şand. Li Amed û Êlihê jî li aqûbeta windayan pirsîn û hat diyar kirin ku di salên 90’î de mirovan bi Torosên spî û îro jî, bi wesayîtên nûjen serwinda kirin

Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 747’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dayik dîsa rastî astengiya polîsan hatin û li kolana Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê hatin cem hev û daxuyanî dan. Li ser navê girsê Endama Komîsyona Li Dijî Binçavkirinan a ÎHD’a Stenbolê Sebla Ercan daxuyanî xwend.

Ercan, di hefteya 747’an de çîroka Hasan Gulunay ê di 20’ê tîrmeha 1992’an de hat windakirin wiha vegot: “Di gulana 1992’yan de Alî Ekber Atmaca li Fermandariya Cendirmeyan a Artvînê bi îşkencyê hat kuştin. Li ser Atmanca nasnameya Hasan Gulunay derket. Li ser vê yekê Polîsan bavê 4 zarokan ê 32 salî Hasan Gulunay kirin bin qeydan. Hasan Gulunay piştî ket bin qeydan demekê ji hevjîna xwe re got ‘Ez ji aliyê polîsan ve têm şopandin. Piştre di 20’ê tîrmeha 1992’yan de dema ji mala xwe ya Tarabya diçû kar û hat revandin. Piştî ji malê derket carek din nehat malê. Malbatê serî li Serdozgeriyê û Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dan. Lê ji malbatê re gotin ‘Hasan nehatiye binçavkirin. Lê lêgerîna wî heye’. Lê rayedarekî payebilind ji malbatê re got ‘Hasan Gulunay sax e û di bin çavan de ye’ Di heman dirokê de şahidekî din ê li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hatibû binçavkirin diyar kir ku kesê ku ruyê wî nedît gotiye “Ez Hasan Gulunay. Dixwazin min di bin çavan de winda bikin.” Malbatê serî li hemû rayedaran dan. Lê tu encam bi dest nexist. Lêpirsînek xurt neşand. Piştre bi hinceta 20 sal derbas bûye di 31’ê cotmeha 2012’an de dosya girtin û diyar kirin ku pêdivî bi lêpirsînê tune ye. Di 08’ê nîsana 2013’an de malbatê dosya birin Dadgeha Qanûna Bingehîn. Dadgeha Qanûna Bingehîn jî di 21’e nîsana 2016’an de biryar da ku lêpirsînek xurt nehatiye kirin û ev yek hatiye îhlalkirin. Lê dîsa bi hinceta dosya dereng şandine Dozgeriya Komarê biryara cihê lêpirsînê tune ye da. Dosya Hasan Gulunay 27 salin didome. Lê ji ber polîtîkayên înkar û bêcezakirinê bersûc nayên darizandin. Heta ku bersûc bên darizandin û cezakirin emê dest ji vê dozê bernedin. Em ê ji Qada Galatsarayê venegerin.”

Nameya keça wî hat xwendin

Piştre Denîz Gulunay nameya ku ji bavê xwe Hasan Gulunay re nivîsîbû ji Dayikên Şemiyê re şand û name hat xwendin. Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe name xwend. Naverok nameyê wiha ye: “27 sal berê bavê min û hevrêyê min Hasan Gulunay hat windakirin. Ez li ber bîranîna wî bi hurmetî bejna xwe ditewînim û li têkoşîna wî xwedî derdikevim. Ez 27 salin bi êşek bêdawî û hêrsa min kêm nabe dijîm. Lêgerîna me ya em jê venagerin û têkoşîna me ya edaletê berdewam dike û 27 salin bavê min nayê. 27 salên bi tekoşînê borî. Li vî welatî çiqas êşên mezin bi mirovan didin jiyandin. Dema mirov te pênase dike ligel hezkirinê êşê jî dijî. Xwînmijên ku li ser her bihostek axa vi welatî êş hiştine, axîna milyonan kesên bê kefen li ser vê axê razane dikişîne. 27 sal şûnde dîsa em, dayik, bav û zarokên bûne şirîkên êşên me em dîsa bi hevre ne. Em hemû ew qas kêm in, lê ew qas jî bi hevre û tam in. ”

‘Me ji êşê û hêrsa xwe ava kir’

Name wiha didome: “Dema em li te u hemû windayên xwe digerin ji êş û hêrsa xwe pirek ava kir. Dema em yekem car li Qada Galatasarayê li hev kom bûn me digot “Me bi saxî wina kir em bi saxî dixwazin” Me bi vê hişyarî û dirûşmeyê têkoşîna xwe berdewam dikir. Me dizanîbû hûn nadin me. Ji ber ku me dizanîbû bi plana destên tarî yên dewletê hatine windakirin. Êşa windakirina te, êşa tunebûna te di tu saniye û kêliyan de nayê vegotin û pênasekirin. 27 salin ez bi kijan peyv û hevokan bînim ziman kêm û bêkes dimîne. Ez bi kijan peyvan hezkirin û bêrîkirina xwe ya ji bo te bînim ziman kêm dimîne. Hêrsa min a li hemberî dewletê ku te ji min qetandiye kêm dimîne. Hebûna te wekî hêj duh e bi min re jîn dibe. Li gel ku dewlet windayiyên me nadin me, li aliyê din Qada Galatasarayê ku em li windayen xwe digerin li me qedexe kiriye. Vê hişmendiya ku qad li me qedexe kir, nekarîbû me û têkoşîna me asteng bike, lê wê carek din windakir. Têktçûna xwe qebul kir. Bi qedexekirina qada ku em lê li windayan digerin ser windayan nayê girtin. Bila wisa fêm nekin ku wê winda bên ji bîr kirin. Her ku em wêneyê windayên xwe hembêz dikin, em dîsa hesabê vê yekê dipirsîn û wê rojekê bi rastiya xwe re rû bi ru bimînin. Di rastiyê de ya ku jê titirsin hûn in. Dema fikrên we bi biryarên me re dibin yek kîjan çiya bê pêşberî me, mahkûmê hilweşînê ye. Hezar sal jî derbas bibe emê li we bigerin. Em ê têkoşina xwe ya edaletê berdewam bikin. Em ê di her kêliyê de nefes û dengê windayan bi xwe re bigerînin. Li hemû qad û kolanan emê wan bi xwe re bigerînin. Ez ji ber ne li wir im ez xemgîn im. lê dizanim wekî min hûn jî bi wê hezkirinê wêneyê bavê min hembêz dikin û ev yek kêfxweşiyê dide min. Dibe ku bedena min ne li wir be, lê hêrs û ruhê min li wir e. Bi hêrs û bêrîkirina xwe û têkoşîna xwe ya bêdawî ez li gel we me. Di rojên heta ku hêvî ji baweriyê derdikeve û xwe digîne azadiyê em hev bibînin. Ez bi hesret we hembêz dikim. Hûn bi min re ne, ez bi were  me. Bi hezkirin silav û rêz. Baş e em hene.”

‘Berê mirov bi Torosan, îro jî bi wesayîtên nûjen serwinda dikin

Xizmên windayan li Amed û êlihê li aqûbeta windayan pirsîn û di çalakiyên vê heftê de hat diyar kirin ku di salên 90’î de mirovan bi Torosên spî û îro jî, bi wesayîtên nûjen serwinda kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 545’emîn de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. ‘JI REJÎMA HÎTLER

Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Hasan Yalçin, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Xizmên windayan û dayik bi salane li bendê ne ku agahiyekê ji zarokên xwe bigirin. Em tim daxwaza edaletê ji desthilatdariya siyasî û dewletê kir. Dema ku em li mînakên dîrokî û yên cîhanê mêze dikin, li Arjantîn, Yugoslavaya û Almaya, hikumet bi paşeroja xwe re rû bi rûyê hev ketin û wisan edalet hat bi cih anîn. Li Elmanya li dijî rejîma Hîtler Dadgeha Cezayê Leşkerî ya Nurnberg hat avakirin û ji bersûc hesap hat pirsîn. Ji bo rû bi rûyê paşeroja xwe ketin bê temîn kirin, divê mekanîzmayek di hûndirê darazê û ji derveyî darazê bê avakirin.”

‘Ev hemû  sûcên şerin

Yalçin da zanîn ku li herêmê bi hezaran mirov hatin serwinda kirin û wiha bilêv kir: “Ev hemû sûcên şerin. Di hiqûqa navneteweyî divê ev bersûc bên darizandin. Heya ku faîl neyin darizandin, windahiyên nû çêbin. Di sala dawî de, li Enqerê û bajarên cuda 6 kes bi zorê hatin windakirin û bi tu awayî agahî ji wan nayê girtin. Mînak Salîm Zeybek, Ozgur Kaya, Yasîn Ûgan û yên din. Di salên 90’î de JÎTEM’ê, yan jî hêzên paramîlîter ên cuda, mirov bi Torosên spî serwinda dikirin û îro jî bi wesayîtên nûjen mirovan winda dikin. Heya ku rastî neyê qebûl kirin û heqîqet neyê bi cih anîn, dê ev bûyer her dewam bikin. Ji bo hemû windayan em daxwaza xwe ya edaletê nû dikin. Divê Wezareta Dadê gavên pêwîst bavêje.”

‘Komkujıya Pirsûsê sûcê şere

Yalçin bal kişand ser 4’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ku erkdarên darazê lêpirsîn pêwîst bide dest pê kirin. Divê lêpirsînên mirovên hatine windakirin, ji ber dembûriyê yên betal kirin. Ev sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê lêpirsînên pêwîst bên dest pê kirin û em daxwaza vekirina dozan dikin.”

Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Adnan Orhan jî çîroka Mehmet Ertak ê di 20’ê tebaxa 1992’yan de, li Şirmexê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin xwend û pirsa aqûbeta wî kir.

‘Em ê ji bo aştiyê têbikoşin

Rêveber û endamên ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 451’an de li avahiya ÎHD’ê li hev kom bûn û bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakî li dar xistin. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Hevserokê ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz, di çalakiyê de axivî. Yildiz diyar kir ku 4 sal bi ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn û wiha got: “Em ê daxwaza wan a aştiyê pêk bînin. Em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û bejna xwe  li hemberî wan di tewînin.”

Polîsan girtin û teslîmî Hizbûllahê kirin

Sekrederê ÎHD’ê Fahrettîn Asûbay, daxuyaniya çalakiya 451’emîn xwend. Asûbay diyar kir ku di salên 1990’î de Êlih weke baregeha Hîzbûllah dihat bikar anîn û wiha axivî: “Li dûryana Êlih, Farqîn û Amedê bi hezaran kes hatin kuştin.” Asûtay, piştre li aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li navçeya Farqîn a Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û teslîmî Hîzbûllahê kirin û birin gundê Sûsa serwinda kirin pirsî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin aqûbeta Akyildiz bê aşkere kirin û kiryarên wî bên darizandin. Ligel hemû tiştî jî em ê aqûbeta windan bipirsin.”STENBOL/AMED/ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar