Li ser sînorê di navbera bakur û rojhilatê Kurdistanê de li nêzî bajarokê Çaldiranê di encama gulebarana rejima Îranê de kolberek jiyana xwe ji dest da û çar kolberjî birîndar bûn
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, li ser sinorê rojhilatê Kurdistan û bakurê Kurdistanê li nêzî bajarê Çaldirana ser bi parêzgeha Urmiyeyê hêzên rejima Îranê gule li komek kolber barandin. Di encama gulebarana hêzên rejima Îranê de kolberek jiyana xwe ji dest da û 4 kolber jî birîndar bûn.
Li gorî heman çavkaniyê, kolberê jiyana xwe ji dest daye bi navê Elî ye û xelkê gundê Îsa Gulîke ye.
Kesên birîndarbûne jî bi navên; Mihemed Mîrzayî, Azad Yastar, Mehmud Elemhulî û Umêd Elemhulî ne. Birîna hinekan giran e û wan rakirine Nexweşxaneya Çaldiranê.