PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Gerîlayên HPG û YJA Starê: Parastina Başûr wezîfeya me ye

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku tevî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk gel xaka xwe neterikandiye û gotin, gerîla dê heta dawiyê têbikoşe

Gerîlayan bal kişandin ser polîtîkaya dewleta tirk a ji bo xalîkirina başûrê Kurdistanê ji mirovan û destnîşan kirin ku dê vê polîtîkayê têk bibin. Gerîlayê HPG’ê Gîvara Kurdan ji ANF’e re axivî û diyar kir ku armanca dewleta tirk ne tenê PKK  ye, gelê kurd bi temamî ye û divê ev yek bê zanîn. Gîvara Kurdan bûyerên li Şêladizê qewimîn bi bîr xist û wiha got: “Ciwan şehîd bûn lê PDK bêdeng ma, alîkarî neda gel. Di ser re lêborîn ji dewleta tirk xwest. PDK tevî ku zerara li gel dibe dibîne û haya xwe ji şehadetan heye jî mîna ku tiştekî bi vî rengî nîne tevdigere û nêzîkatiyeke bi wî rengî nîşan dide. Lê nafikire ku Kurdistan tê talankirin an na. Gelê Şêladizê ji ber ku ev yek dît serî hilda. PDK’ê gelek ciwanên wê rojê li dijî vê polîtîkayê rabûn xiste zindanê.”

‘Parastina başûrê Kurdistanê wezîfeya me ye’

Gîvara Kurdan diyar kir ku gelê başûrê Kurdistanê şaşitiya polîtîkaya PDK’ê dibîne û wiha got: “Em; gerîla bi salan e li vê xakê ne û xaka Başûr diparêzin. Wezîfeya me ya ku vê xakê biparêzin. Ji xwe wezîfeya gerîla ye ku ji bo azadiyê têbikoşe, ji bo azadiyê şer bike û xaka xwe biparêze. Gerîla ji xwe tê vê wateyê. Em amade ne ku jiyana xwe di vê oxirê de bidin. Divê gelê me li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Ger bêdeng bimîne wê komkujiyên mîna ya Kortekê zêde bibin, dê hîn bêhtir êrîşî gel bikin. Dewleta tirk dixwaze kurdan li dijî hev bide şerkirin û Başûr bêmirov bihêle.”

‘Mesele PKK nîne, mesele kurd hemû ne’

Gerîla Gîvara Kurdan bi bîr xist ku dewleta tirk êrîşî gel dike û wiha got: “Ne xema wan e ku biçek e ya jî bêçek e. Kurdan dike hedef. Mesele ne PKK ye, mesele kurd hemû ne. Hebûna gelê kurd a li Başûr qebûl nake.”

‘Berxwedana gerîla dê bidome’

Gerîlaya YJA Starê Binevş Agir jî bal kişand ser çalakiyên gerîla yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û destnîşan kir ku dê heta dawiyê têbikoşin. Binevş Agir wiha got: “Çalakiyên sûîqestê, sabotajê hatin kirin. Gerîla li Başûr dikarin bikevin nava çeperên leşkerên tirk. Dewleta tirk fêhm kir ku bi operasyonên bejahî nikare encamê werbigire. Hewl dide bi teknîkê vê yekê bike. Lê belê mirovan û îradeya mirovan nahesibîne. Tevî ewqas êrîşan gel xaka xwe naterikîne, xaka xwe diparêze. Em heta dawiyê bi gelê xwe re ne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar