Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Girtîgeha Kurkçulerê girtî li dijî zextan di çalakiyê de ne

Rêveberên HDP’ê yên ji Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hatin berdan diyar kirin ku li girtîgehê îşkenceya sîstematîk pêk tê, girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtî li dijî binpêkirina mafan di çalakiyê de ne

Girtiyên li girtîgehan radigihînin ku mafên wan tên binpêkirin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa F a Kurçulera Edeneyê ye. Rêveberên HDP’ê yên 4 meh li wir girtî man û di 10’ê tîrmehê de hatin berdan binpêkirina mafan û îşkenceya li girtiyan tê kirin vegotin.

Serokê HDP’a Seyhanê yê berê Yaşar Demîr bi bîr xist ku di 20’ê adara 2019’an de li ser fermana Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu, bi beyanên şahid û şahidên nepen hatine girtin û wiha got: “Gardiyanan pêkanînên bêrûmet yên bêrûmet li ser girtiyan ferz dikin. Dema em çûn girtîgehê lêgerîna tazî li ser me ferz kirin û bi darê zorê me di lêgerîna tazî de derbas kirin.”

Girtî rojê 6 saetan çalakî li dar dixin

Demîr diyar kir ku gardiyan kesên tên girtin arasteyî “qawîşên serbixwe” dikin û wiha got: “Yên vê yekê qebûl nakin jî zextên derûnî li ser wan tên kirin. Di serdema çalakiya greva birçîbûnê de girtî her tim di bin zextan û êrîşan de bûn. Piştî girtiyan dawî li çalakiya xwe anî cezayê 10 rojan ê hucreyê dan girtiyan. Dermankirina hewcedarî pêk neanîn. Li girtîgehê tecrîdek micîd heye. Îşkence û zextên sîstematîk li ser girtiyan pêk tê. Girtiyên siyasî li dijî vê helwesta îdareyê rojê 6 caran çalakî li dar dixin. Rojê 6 saetan dirûş berz dikin, li deriyan didin û çalakiya deng derxitinê pêk tînin.”

Girtî nayên dermankirin

Demîr da zanîn ku rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan û ser cihê bêhnvedana wan jî bi têlên rêsayî girtine. Demîr bi bîr xist ku li gel rewşa hin girtiyan girane jî lê girtî nayên dermankirin.

Bijîşk ji 15 rojan carek diçe hepsê

Rêveberê HDP’a Edeneyê yê berê Mustafa Yildiz jî destnîşan kir ku dema wan birine girtîgehê gardiyan û eskeran êrîş li dijî wan pêk anîne û got: “Zext û êrîşên rêveberiya girtîgehê yên sîstematîk dewamdikin.” Yildiz da zanîn ku gardiyan girtiyan arasteyî “qawîşên serbixwe” dikin û ew bi xwe jî bi vê pêkanînê re rû bi rû maye. Yildiz got ku gardiyanan jê re gotiye divê “daxwaznameya ez PKK’yî me” bide û wî jî daxwazname daye. Yildiz anî ziman ku ji 15 rojan carek bijîşk diçe girtîgehê û girtiyên nexweş nayên dermankirin. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar