PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Şêniyên Binarê Qendîlê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Şêniyên Binarê Qendîlê bertek nîşanî dagirkeriya dewleta tirk dan û wiha gotin: “Em ê heta dawiyê li gundê xwe bin û em ê li hemberî dagirkeriyê têbikoşin.”

Şêniyên Bînarê Qendîlê dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin û nerazîbûna xwe ya li beramberî bêdengiya hikumeta Iraqê û Herêma Kurdistanê jî anîn ziman.

Şêniyê bi navê Hesen Newa derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê axivî û wiha got: “Di dîroka dewleta Tirkiyeyê de her tim komkujî û dagirkerî li ser kurdan hatiye kirin. Ger şeref û namûsa wê dewletê hebûya her roj li sivîlan nedida. Ji ber vê jî em kurd, em ê heta dawiyê li hemberî wan şer bikin.”

Jina bi navê Şeme Husên jî diyar kir ku ew ê tu caran dev ji ax û welatê xwe bernedin û ev tişt got: “Dewleta dagirker Tirkiye, ew çi bike jî wê nikaribe me ji gundên me derxîne. Em ê tu carî dev ji ax û welatê xwe bernedin. Kesên ku tiliya wan di qetilkirina birayên wan de heye, ez wan şermezar dikim. Vê tişta ku dikin rûreşî ye. Divê tu caran îxanetkar di nav me kurdan de venehewin.”

Gundiyê bi navê Hisên Mihemed jî bang li gelê kurd kir û wiha got: “Tekane rêya tunekirina dagirkeran yekîtiya kurdan e. Ji ber vê jî divê helwesta tevahî gelê kurd û dostên wan yek be.” QENDÎLÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar