Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Eşîra Zebarî: Em piştgiriyê didin têkoşîna li dijî dagirkeriyê

Ebû Alî Banî yê ji eşîra Zebarî diyar kir ku divê kurd li hemberî dagirkeran wekî Kobanê bibin yek û wiha got: “Em piştgiriyê didin têkoşîna li dijî dagirkeriyê.”

Ebû Alî Banî li ser êrîşên dewleta tirk ên hewildana dagirgeriya başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da. Ebû Alî Banî yê ji eşîra Zebarî yê ku ji aliyê Seddam Husên gundê wan hatibû valakirin diyar kir ku ji malbata wan gelek kes pêşmerge ne û ew ê xizmeta yekîtiya kurdan bikin.

Ebû Alî Banî wiha got: “Gundê me di dema Qetlîama Enfalê de ji aliyê Seddam Husên ve hate valakirin. Di sala 1988’an de Seddam Husên hemû gund vala kir. Ne bi tenê gundên eşîra Zebarîyan, hemû gund vala kirin. Me pêşmergetî dikir, di derbeya 1968’an de me gelek şehîd dan.”

Divê kurd bibin yek

Ebû Alî bal kişand ser yekîtiya kurdan û diyar kir ku dijminê kurdan yek e û kî têkeve nav axa Kurdistanê bi yekîtiya wekî Kobanê wê karibin wan derxînin. Ebû Alî ev tişt anî ziman: “Ji Seddam heta Tirkiye, Îran û Sûriyeyê hemû dijminatiya kurdan dikin. Dijmin niha pêşmergeyan ji holê radike. Pêşmergeyên Zebarî aştîxwaz in. Kurd ji ber şehîdên xwe ne poşman in. Dijmin dixwaze kurdan bera ber hev bide. Lê eşîra Zebarî li dijî tiştî ne ku kurd hev bikujin. Divê kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek. Ji ber ku dijminê me yek in. Em ê piştgiriyê bidin têkoşerên ku li dijmin şer dikin. Ji ber ku dijmin gundê me talan dikin. Kurd çawa di dema şerê Kobanîyê de bûn yek, divê niha jî bibin yek. Wê demê wê destkeftinên me çêbibin. Divê hêsirên dayîkên şehîdan ziwa bibin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar