Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Mertalên zindî: Em yek gewde ne û gefên dewleta tirk napejirînin

Çalakiyên mertalên zindî li kantona Girê Spî li ser sînorê Tirkiyeyê di roja 5’emîn de di nava israrkirina berxwedanê de didomin

Çalakiya mertalên zindî li bajarê Girê Spî yên li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê a redkirina gefên Tirkiyeyê yên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete roja xwe ya 6’emîn.

Di çalakiyê de endamê Komîteya Têkiliyên Civakî ya Meclisa Kantona Girê Spî Emar Hesen axivî û gefên Tirkiyeyê yên der barê herêmê û amadekariyên leşkerî yên li ser sînor şermezar kirin û wiha got: “Siyaseta Tirkiyeyê tevahî qanûnên navdewletî û desthilata xak û gelê Sûriyeyê binpê dike.”

Emar Hesen israra li hember dagirkeriya tirk teqez kir û wiha lê zêde kir: “Em nahêlin bikevin xaka me ya muqedes a ku bi xwîna ciwanên me hatiye avdan û em ê bi mertalên zindî li hemberî hêzên dagirkeriyê bisekinin.”

Li aliyekî dîtir jî Fewaz Heremiyê ji ciwanên Girê Spî wiha got: “Tu ferq û cudahî di navbera me û sûriyeyiyan de tune ye. Em ciwanên vê xakê ne. Gefên Erdogan li hember xaka Sûriyeyê, şermezar û lanet dikin.”

Fewaz Heremiyê wiha berdewam kir: “Tirkiye hewl dide fitneyan li herêmê di nava kurd û ereban de derxe. Em vê yekê qebûl nakin. Naxwazin Tirkiye senaryoya dagirkeriya Osmanî dubare bike. Divê Erdogan bizane ev xewn ne pêkan e. Gelê herêmê bi hemû pêkhate û etnîkên heyî li Sûriyeyê hevgirtî ye û li ber xwe dide.”

Ebid El-Hecî jî ji şêniyên navçeya Silokê ya girêdayî kantona Girê Spî ye û wiha got: “Em wek pêkhateya Ereb li herêmê gefên Tirkiyeyê qebûl nakin. Aştî û ewlehiyê ji welat û xaka xwe re dixwazin. Komkirina Tirkiyeyê ya hêzên xwe li ser sînor, bi her awayî nayê pejirandin. Em yek bedeb û netewe ne. Tu têkiliya Tirkiyeyê bi karê me tune ye û ne jî yê me pê heye. Tirkiye kiryarên ku civaka navdewletî û tu kesên ku li gel wan exlaq û nirxên mirovahiyê hene qebûl nakin, pêk anîn.”

Ebid El-Hecî got li gel Tirkiyeyê xewnek heye û ew jî vejandina dewleta Osmanî ye û ew jî bi her awayî redkirî ye. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar