Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gundiyê Qendîlê: Qendîl têk biçe dê Başûr têk biçe

Nerazîbûna li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li Başûrê Kurdistanê mezin dibe. Gundiyê bi navê Mişîr Xidir diyar kir ku her roj êrîş li dijî wan tê kirin û wiha got: “Ger Qendîl têk biçe wê Başûr û tevahiya Kurdistanê têk biçe.”

Gundiyê ji başûrê Kurdistanê yê bi navê Mişîr Xidir derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û şehadeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb axivî. Xider destnîşan kir dê her li dijî van êrîşan rawestin.

Xidir li ser şehadeta Diyar Xerîb ev tişt anî ziman:  “Yek ji wan kesan bû ku ji bo Kurdistanê kedeke mezin pêşkêş kir. Nûnerekî mezin ê yekîtiya Kurdistanê bû. Yek ji kedkarên mezin ên yekîtiya Kurdistanê bû. Ji bo li Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêk were yek bi yek bi mirovan re axivî û li wan guhdarî kir. Ji bo kurd hev nekujin,  ji bo yekîtî û hevgirtinê dixebitî. Diyar Xerîb yek ji van hevalan bû.”

Xidir li ber êrîşên hewayî yên dewleta tirk rabû û nerazîbûnên tûnd nîşan da. Xidir diyar kir ku ger Qendîl têk biçe dê başûrê Kurdistanê bi temamî têk biçe û wiha dirêjî da gotina xwe: Niha em nikarin biçin hin gundên xwe ji ber ku timî êrîşên hewayî tên kirin. Li gundan em bi çandiniyê debara xwe dikin. Lê belê niha ne dikarin sewalê xwe xwedî bikin ne jî dikarin çandiniyê bikin. Di bin navê gerîla de timî me dikujin. Her roj bombeyan li Qendîlê dibarînin. Ger Qendîl têk biçe wê Başûr û tevahiya Kurdistanê têk biçe. Ji ber ku kurd bi PKK’ê hene. Partiyên li Kurdistanê hemû bi saya PKK’ê hene. Ji bo keda Diyar Xerîb divê kurd hemû bibin yek.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar