Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnamevanên Hewlêrê: Êrîşa li ser Mexmûr êrîşa li ser Iraqê ye

Rojnamegeran li Hewlêrê diyar kirin ku êrîşa dewleta tirk a li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di heman demê de êrîşeke li dijî kerameta Iraqê hatiye kirin. Hewiha gotin ku li gorî danezana mafê mirov a cîhanî divê penaber werin parastin û kes destdirêjî û êrîşan li ser wana nekin

Rojnameger Seîd Ebdullah û Salih Herkî têkildarî êrîşa dewleta tirk a di 19’ê tîrmehê de li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) pêkhat û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn ji Rojnews’ê re axivîn û diyar kirin ku ev êrîşeke li dijî kerameta Iraqê hatiye kirin.

Xebatkarê Radyoya Newa Rojnameger Seîd Ebdullah têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser kampa Mexmûrê wiha got: “Penaberên kurd ku li Kampa Mexmûrê bicîhbûne, li ser asta navnetewî têne nasîn û ne bi kêfa xwe hatine li Mexmûr bicîhnebûne. Dewleta Iraqê endamê Neteweyên Yekgirtiye, ji bo wê erîşa dewleta tirk li ser vê kampê êrîş û destdirêjiye li ser kerameta Iraqê ye. Berpirsyartiya parastina rûniştvanên kampê jî erka ajansên koçber û civaka navenetewî ye. Ji ber ku li gorî danezana mafê mirov a cîhanî divê penaber werin parastin û kes nikaribe destdirêjî û êrîşê bibe ser wan. Kesên ku divê kampê de ne, neçûne êrîş li Tirkiyeyê nekirine.”

Di dewama axaftina xwe de Seîd Ebdullah da zanîn ku divê rojnameger li gorî qanûnên navnetewî û erka xwe ya rojnamevanî li ser vê mijarê kar bikin û wiha domand: “Em rojnamegerên Kurdistanê du erk li ser milên me hene. Ya yekem, ewe ku em berpirsin bi yasayên karê rojnamegerî, herwiha rûniştvanên kampa Mexmûrê beşekin ji netewa me ji bakurê Kurdistanê ne. Pêwîste li ser rewşa van penaberan rojnameger rolê xwe bilîzin û civaka navnetewî ji rewşê haydar bikin. Ji ber ku Tirkiye tawan dike, xaka Iraqê binpêdike û êrîşî penaberan dike.”

Di dawiya axaftina xwe de Seîd Ebdullah wiha got: “Heya ku em bandora hizban li ser dezgehên ragihandinê ranekin, em ê nikaribin xizmet ji bo doza gelê xwe ya herçar parçan bikin. Divê em bi çavê netewî kar bikin, ne bi çavê hizbayetî û siyasî.”

Xebatkarê kanala KNN Rojnameger Salih Herkî jî li ser heman mijarê wiha nêrînên xwe anî ziman: “Dema ku penaberên kampa Mexmûrê hatîn gelek ji rojnamegerên ku niha kar dikin karê rojnamegerî nedikirin. Pîşeyê rojnamevanî ewe ku li gorî derfetên kar li wê dezgeha ku têde kar dike, behsa bûyerên li kampê rûdane bike. Tû dezgehek ragihandinê li Kurdistanê tûneye ku hêzek siyasî dipişt de nebe. Hinek dezgehên ragihandinê van êrîşên li ser kampa  Mexmûrê ji bo berjewendiyên dijmin bikartînin. Ji bo mînak dema ku di sala 2017’an de êrîş li ser Mexmûrê hat kirin, rojnavan bûn sedem ku hikûmeta Iraqê van  êrîşan şermezar bike. Lê hinek dezgehên dibin sedema aşkera kirina cihê kampê û ev yek jî ziyan digihîne penaberan.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar