Li bajarê Bedlîs ê Bakurê Kuridstanê li 15 gund û bajarokan qedexeya derketina derve hate îlankirin
Qedexe ji aliyê walîtiya Bedlîsê ve hate ragihandin. Operasyona leşkerî ya li gund û bajarokên dikeve sînorên navçe û navenda Bedlîsê de weke hinceta qedexeyê hate nîşandan.
Li gorî daxuyaniyê li gund û bajarokên Îçegeçît, Çaliduzu, Yavûzlar, Yukariolek, Aşagiolek, Ilıcak, Ogûlcak, Uçevler, Kaûpat, Aşagibalcilar, Yûkaribagcilar, Başmakli, Karakûş, Dûtkoy û Bayramalan ji 23’ê tîrmehê heta ‘fermana duyemîn’ qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. BEDLÎS