PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Hejmarên kovara Hawarê di pêşangehê de ne

Cara yekemîn tevahiya hejmarên kovara Hawar a dîrokî ya ku Mîr Celadet Bedirxan di sala 1932`an de derxistiye, di pirtûkekê de hatine komkirin. Pirtûk di 3’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Herekol de tê pêşkêşkirin

Li salona Zana ya bajarê Qamişloyê bi dirûşma; ‘Civaka ku dixwîne civaka pêş dikeve ye’ 3’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Herekol dest pê kir.  Li gorî komîteya amadekar hejmara pirtûkên ku hatine pêşkêşkirin 8 hezar û 500 in.

Pirtûk ji aliyê mijaran ve cihereng bûn; çandî, siyasî, civakî, felsefî, dîrokî, olî, civakî, zanistî, wêjeyî, helbest, çîrok û roman. Her wiha pirtûkên bi zimanên kurdî, erebî, suryanî, inglîzî û tirkî hatibûn amedekirin. Lê îsal tişta balkêş di pêşengehê de pirtûka ku tevahiya hejmarên kovara Hawar kom kir.

Pirtûka Hawar ji hezar û 100 rûpelan pêk tê. Li Swêdê hatiye çapkirin û tevahiya hejmarên kovara Hawar bi zimanê kurdî (zaravaya soranî û kurmancî), zimanê erebî, farsî û tirkî di pirtûkekê de hatine komkirin.

Hoşeng Nûh, berpirs û berdevkê Dar El-Zemen a çapkirin û weşanê yê ku beşdarî pêşangehê bûye têkildarî pêşengehê ji nûçegihana ANHA’yê Silava Ebdulrehman re axivî û wiha got: “Piştî wefata Mîr Celadet Elî Bedirxan kopiya kovarê di salên 80 û 90`î de berbelav bû. Piştre nivîskar Firat Cûrî yê ji bakurê Kurdistanê hat Rojava, li kopiyên kovarê yên li Şam û Helebê geriya, berhev kirin û vegerî Swêdê. Piştî wê hejmarên kovara Hawar wek pirtûkekê şand Rojava da ku di pêşengeha Herekol de were pêşkêşkirin.”

Nûh dibîne ku komkirina tevahiya hejmarên kovara Hawarê di pirtûkekê de û hebûna wê li Rojava mîna xewnê ye û wiha got: “Ji ber ku ji sala 1932`an ve ev cara yekemîn e ku kopiyek çapkirî ji kovarê di pirtûkekê de digihêje Rojava.”

Nûh girîngiya kovara Hawar bi bîr xist û wiha axivî: “Ji ber ku bi rêya kovarê zimanê kurdî belav bû. Her wiha taybetmendiya kovarê heye ji ber ku bi zaravayê soranî, zazakî, zimanên tirkî û farsî û hejmarek jê bi zimanê erebî dihat nivîsandin. Kovar ji hejmara 24 heya 57 tenê bi zimanê kurdî dihat weşandin.”

Nûh girêdayî pirtûkê wiha got: “Pirtûk girêdayî destpêkirina rojnamegeriya kurdî lêvegerek dîrokî ya girîng e. Vegerandina kovara Hawar ji cihê xwe yê bingehîn re cihê şanaziyê ye. Armanc ji anîna pirtûkê, xwendina fikrê Celadet Bedirxan, şîrove û analîzên wî ne. Her wiha sûd jê were girtin da ku têghiştinek di navbera civakê de biafrînin, vegerin zimanê dayikê û berhemên wê. Em dê ji bo lêkolînên xwe gelek sûd jê bigirin.”

Kovara Hawar; kovarek wêjeyî ya kurdî ye. Mîr Celadet Bedirxan li Şamê derxistiye. Hejmara wê ya yekemîn di 15`ê gulana 1932`an de hate weşandin. Kovar heya tebaxa 1943`yan dihat weşandin. Piştî weşandina 57 hejmaran rawestî. Madeyên kovarê bi tîpên erebî û latînî heta hejmara 23 dihatin nivîsandin. Piştre ji hemara 24 heya 57 tenê bi tîpên latînî hatin weşandin. Alfebeya kurdî ya latînî ya ku Celadet Bedirxan bi kar aniye bi navê Alfebeya Hawar yan jî Alfebeya Bedirxan hate binavkirin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar