Gerîlayên HPG’ê demek sîxurên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine pêywirdarkirin girtine û yek bi yek wan dane axaftin. Stêrk Tv jî dê li xwe mikurhatinên sîxuran beş bi beş biweşîn e û beşa yekem îşv e
Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, Stêrk Tv li xwe mikurhatina sîxurên ku ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatine girtin, di bin navê “Kurmê Darê” de, wekî bername diweşîne. Bername ji 6 beşan pêk tê û wê îşev dest bi weşana wê bê kirin. Di bernameyê de sîxurên ku hatine girtin, kiryarên xwe yên dijî têkoşîna azadiyê û nirxên netewî vedibêjin. Her wiha rayedarên gerîla jî têkildarî mijarê zanyariyan didin.
Beşa yekem a “Kurmê Darê” wê îşev saet di 20.00’an de bê weşandin. Bername wê hefteyê carekê Çarşemê bê weşandin. SILÊMANÎ