Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jin û tenduristî – 1

Pergala modernîteya kapîtalîst xwedî karaktereke pederşahî ye. Bi feraseteke pederşahî li dîroka mirovahiyê digire dest û vê yekê wekî pêvajoyeke pêşketî û serkeftî pênase dike. Lê gava bi feraseteke maderşahî lê binêrin rewş ne wisa ye. Civaka nûjen di bin hukmê mêran de li ser esasa mulkdariya şexsî hatiye avakirin. Di vê civaka nû de statûya jinê hatiye serûbinkirin, azadiya wê jê hatiya stendin û rê li ber berhemdariya wê hatiye girtin. Bi dorpêçkirina vîna jinê civak ji heqîqeta xwe hatiye qutkirin û ji her alî ve ketiye bin hukmê pergala pederşahî ya desthilatdar. Wekî hemû waran di warê tibbê de jî ev feraset derdikeve pêşiya me. Di çaxê serweriya jinê de feraseteke hevkar û wekhev serdest bû. Jinê civak araste dikir û rê nîşan didayê. Gava serdestiya mêran dest pê kir ev taybetiyên civakê guherîn, civak ji rastiya xwe dûr ket, kêlî bi kêlî xwe neçar dît û xwe radestî desthilatdariyê kir.

Di civakê de feraseta maderşahî di nava pêvajoyeke dûvûdirêj de veguherî feraseteke pederşahî. Zemanên berê digotin gerdûn ji aliyê xwedawendekê ve hatiye avakirin, paşê gotin wê xwedawendê û mêrê xwe bi hev ra ava kiriye lê dawî gotin ji aliyê xwedayekî ve hatiye avakirin û mixabin bi vî awayî jin derveyî jiyana civakê hatiye hiştin.

Heyamên berê hekîm şaman bûye û her cure tedawî pêk dihanî. Di tenduristiya civakê de xwe berpirs didît, bi giya û bi sêhran nexweşî derman dikirin. Tê gotin ku berê şaman jin bûye û her çiqas dûre mêr bûne şaman jî lê dîsa kincên jinan li xwe kirine. Bi derketin û belavbûna dewletê ve jinê pozîsyona xwe ya di civakê de winda kiriye. Bi beramberî vê yekê di hêla tenduristiyê de jî hemû zanîn û sepan ji destê wê hatiye girtin û ev jî ketiye bin qontrola pergala pederşahî.

Di demên qedîm de li Mezopotamyayê di perestgehan de sê hekîm hebûne ji wan yek jin bûye. Navê wê Asû bûye û bi taybetî jî bi tedawiyên bi giya nexweş sax dikir. Karûbarên nojdarî û efsûnî jî hekîmên mêr dikirin.

Heyamê yewnana kevin

Li yewnana kevin di heyamên mîtolojîk de hem di pêşîgirtina nexweşiyan de û hem jî tedawiya wan de xwedawend xwedî erkeke girîng bû lê di çaxê feylesofan de hekîmên jin nayên dîtin. Wî çaxî jin û kole li gorî mêran di statûyeke jêr de cih digirtin. Di van çaxan de em ne feylesofên jin, ne jî hekîmên jin dikarin bibînin. Ji ber ku dîrok bes ji aliyê mêran ve hatiye nivîsandin jinên heyî jî (wekî Hypetia…) tê de nehatine nivîsandin.

Li ser bermahiyên dîrokî yên çaxê yewnana kevin tê dîtin ku jinan bi tena serê xwe şifa belav kirine. Lê paşê li ser van bermahiyan li cem jinê bavê wê an jî Asklepian (Xwedayê Tenduristiyê)  tê dîtin. Hygiea qîza Asklepian e û li ser xwarin û vexwarinê, li ser xweparastina ji nexweşî û nebaşiyan reçete dida. Lê roj bi roj cerrahî derdikeve pêş, tedawiya bi dermanan di tenduristiyê de esas tê girtin. Wi çaxî perestgeha bi navê Delphie di destê xwedawend Pytiayê de bû û ev xwedawend li vê perestgehê li ser her cure karûbarên tenduristiyê dixebitî, ji pirsgirêkan re çare digeriya û nexweşî derman dikirin. Piştî wextekê Apollo vê xwedawendê dikuje û dest dide ser perestgeha wê.

Heyamê Hîpokrat

Di çaxê Hipokrat de, di warê tibbê de rewşeke cuda diqewime. Hîpokrat li hemberî sêhrê derdikeve, hekîmtî û feylesofiyê ji hev diqetîne. Di dibistana xwe de, bi taybetî li ser zanista tibbê disekine û kiryar û sepanên tibbî dide hînkirin. Her çiqas wekî rêzik nehatibe dîyarkirin jî Hîpokrat di dibistana xwe de destûr nedaye ku jin perwerdeyê bibînin û li ser tibbê xebatên zanistî bimeşînin. Lê bi taybetî jî di beşa welidînê de bi jinan ra xebitiye. Di vî çaxî de her çiqas jinan di warê tibbê de ji xwe ra cî dîtibe jî statuya wan û ya mêran ne wekhev e. Di dibistanên xwendevanên Hipokrat de jî heman rewş qewimiye. Wî çaxî di zagonên Atînayê de hekîmtiya jinan hatiye qedexekirin. Hîpokrat îro wekî şahê tibbê tê dîtin lê di wextê xwe de li hemberî jinê xwedî sekneke pir paşverû bûye. Ji ber nêzîkbûna Hîpokrat jin hinekî din jî li derveyî tibbê mane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar