Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Avakirina ‘Herêma ewle’ û daxwaza Tirkiyeyê

Şandeyên DYA’yê di kêliyên hemwext de li Enqere û Hesekê hevdîtinan pêk anîbûn. Hûrguliyên hevdîtinan hêdî hêdî derdikevin holê. DYA, Koalîsyona Navnetewî û HSD di mijara “herêma ewle” de xwedî hemfikir in. Tirkiye jî li wan ferz dike ku herêm di bin kontrola wan de be

Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi mijarên “herêma ewle” û tevgera rojên dawî ya Tirkiyeyê ku li ser sînor pêk tîne di rojevê de cihê xwe girt. Serê hefteyê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYA’yê James Jeffrey li Enqereyê hevdîtinên têkildarî van mijaran pêk anî. Di heman kêliyan de jî Serermandarê Hêzên Navenda DYA’yê (CENTCOM) Kenneth McKenzie jî li Hesekê li gel Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî re hevdîtinek pêk anî. Hat zanîn ku Tirkiye ji bo bigîhîje armanca xwe vebijêrka leşkerî daniye ser maseyê û di hevdîtina li gel DYA’yê de encam bi dest nexistiye.

Tirkiye bi sewqiyata li ser sînorê Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê gef û gûrê bixwe. Hat zanîn ku Tirkiye di civînê de gotiye “lazim e herêma ewle di bin kontrola min de be” ferz kiriye. Vê ferzkirina Tirkiyeyê rê li ber xitimandina civînê vekiriye. Hat ragihandin ku HSD jî dixwaze bi rêya muzakereyan pirsgirêkan çareser bike.

Gelo dê bibe herêma ewle?

Hat zanîn ku mijara “herêma ewle” ya ev demeke tê nîqaşkirin negihîştiye encamekê. Tê gotin ku dê 460 kîlo metre li ser sînorê Tirkiye û Rojava plasaziyek “herêma ewle” bê çêkirin û gelek aliyên vê planê hene. Tê gotin dê firehiya wê 5 kîlo metre be. Dê kî çawa bê bicihkirin ne diyar e û nîqaş li serê didome. Ev mijar di nava aliyan de nelihevkirinê jî bi xwe re tîne. HSD dixwaze hêzên xwe 5 kîlo metre paş ve bikişîne û vê herêmê radestî meclisa leşkeri ya herêmî bike. Tê angaştkirin ku Tirkiye jî bi awayek germ li vê mijara ku herêmê kontrol bike dinêre.

Ji Kobanê heta Qamişloyê

Qada 5 kîlo metre ji bo bajarên wek Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Dirbesiyê, Amûdê û Qamişloyê derbasdar e. Heke pêşniyara HSD’ê ji aliyê DYA ve bê qebûlkirin dê pêşniyara wan li navenda bajaran û derdoran wan pêk were. Tê gotin dê li vê herêma “ewle” nokteyên çavdêriya Koalîsyona Navnetewî bên avakirin û dê vê herêmê kontrol bikin. Heke şertên aliyan bên qebûlkirin tê diyarkirin ku dê nûnerên Tirkiyeyê jî di van nokteyên çavdêriyê de hebin.

Tirkiye çi daxwaz dike?

Hat destnîşankirin ku James Jeffrey di hevdîtina li gel rayedarên Tirkiyeyê de pir germ li pêşniyarên Tirkiyeyê mêze nekiriye. Tirkiye dixwaze ku herêm di bin kontrola wan de be û leşkerên tirk çavdêr bikin. Ev pêşniyarên Tirkiyeyê ji aliyên hêzên navnetewî û herêmê ve bi awayek erênî nehatiye pêşwazîkirin.

Daxwazên Tirkiyeyê xitimandinê bi xwe re tîne

Di heman kêliyên ku James Jeffrey bi rayedarên Tirkiyeyê civîn li dar dixist, Serfermandarê Amerîkayê Kenneth McKenzie jî li gel Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî re hevdîtin pêk anî. Vê hevdîtinê hemwext gelek balê kişand ser xwe. Di hevdîtina her du fermandaran de hat gotin ku HSD bi awayek germ li pêşniyarên Tirkiyeyê mêze nake. Helwesta Tirkiyeyê di civînê de rê li ber xitmandinê vekiriye. Hat zanîn ku hevdîtinên li ser herêma ewle dê dewam bikin û heyetên Amerîkayê bi her du aliyan re dîsa hevdîtinê bikin.

Koalîsyon: Bila di bin çavdêriya me de be

Tê gotin ku DYA, Îngîlİstan û Fransa yên di Koalîsyona Navnetewî de cih digirin dixwazin ku herêma “ewle” ya li ser sînor di kontrola wan de be.

MA / Nazim Daştan – KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar