96 sal berê roja 24.7.1923’yan, li bajarê Swîsre Lozanê, Kurdistan fermî bi îmzeya dewleta tirkan û hinek dewletên din ên cîhanê bû çar parçe.
Li ser vê peymanê çend mijarên girîng û balkêş ên ku hêjaye werin şîrovekirin hene.
Di heman roja 24’ê Tîrmeha 2015 de, heman dewleta tirk, di dîroka xwe de êrîşa herî mezin a leşkerî, bi dehan firokên cengê ajot ser gerîlayên Kurdistanê. Hem jî li başûrê Kurdistanê, belê li herêmên Parastinê yên Medyayê ku di bin parastina gerîlayan de ne.
Bi vê êrîşa yekemîn a ewqas berfireh û giran, Receb Erdogan dixwest çend armancên xwe nîşan bide û ragihîne.
Yek; ew erdê di dest Osmaniyan de bû, bi navê Misak-î Millî dîsa bixe bin destê xwe. Jixwe pir caran digot “Peymana Lozanê hezîmet e.”
Du; ew pêvajoya “Çareseriya Demokratîk” ku bi daxwuyaniya Dolmabahçeyê ve gihiştibû astek girêng, vêna bide rawestandin û weke ku pir caran digot wê modela Srî Lankayê li ser Tevgera Azadiyê û Rêber Apo bide meşandin. Navê plana wan jî “hilweşandin” bû. Jixwe bi vê êrîşa giran ve tecrîdeke giran li ser Îmraliyê jî da destpêkirin û 8 salan dewam kir.
Sisê; ew şikestina di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de moral û motîvasyon bi wan re nehiştibû. Ji bo ku di hilbijartina piştî 6 mehan a 1’ê Mijdarê ew bi ser bikevin û kurd binkevin, êrîşkariyên xwe hîn berfirehtir û hîn wehşîtir kirin. Ew êrîşa komkujî ya 20’ê Tîrmehê ya li Pirsûsê (33 ciwan şehîd bû) û her wiha li pey wê êrîşa qirkirina hê mezintir a Gara Enqerê (103 şehîd) û hwd.
Di heman demê de ji bo wan armancên xwe yên hewesa Împaratoriya Osmaniyê jî êrîşên xwe firehtir kir; li Rojava dest bi destdirêjahiyên dagirkeriyê kir û xwe berda xaka Cerablus, Bab, Ezaz, Efrînê û hwd. Niha jî gefan dixwe dibêje ez ê êrîşî ser Rojhilatê Firatê, Mexmûrê, Şengalê û hwd. jî bikim!
R.Erdogan, dixwaze weke dema Lozanê, ji konjoktora navdewletî sûd werbigire. Erê nakokiyên navdewletî yên cîhanî hene û girîng in jî, lê şerd û mercên sed sal berê û niha bi her awayî naşibin hev. Her wiha kapasîte û qalibê Receb jî biqasî yê Ataturk nabe.
Lê faktora herî girîng û bingehîn ev e; xurtbûn û bi rêveberiya Rêbertî, tevgera gelê kurd û gelên Kurdistanî ji ya sed sal berê gelek cudatir e. Êdî bûye ewqas xwedî îrade û destkeftî, êdî hêz û qudret û qîmeta şefên faşîst Receb û Behçelî nikare xwe bigihîne asta wan û bi wan re derxe serî. Êdî şoreş li dar xistine û ev bû demek dirêj e ku pergala xwe ya demokratîk a xweser ava kirine û bê xem û dudilî birêve dibin, didin meşandin û di cîhanê de bûye modelek hemdemî!
Ew roj, roja biryara darvekirina Rêber Apo û roja darvekirina Şêx Seîd jî tîne bîra mirovan. Her du jî di heman roja 29 Heziranê (1925-1999) de bûn!
Ji alîkî ve mirov bala xwe didê, gelek mijarên dişibin hevdu hene. Mînak; di hemûyan de, armanc û amûr dişibin hev. Di hemûyan de kurdên maqûl peyda kirine û bikaranîne. Her wiha dewletên “dost” jî li gel wan hebûn. Ev her du amûr niha jî hene. Lê du tişt kêmîn.
Yek; ew kurdên maqûl û dewletên “dost”ên wan jî, ne di asta berê de bi hêz in.
Du; ya herî girîng û bingehîn ev e; Tevgera Azadiyê û Rêberê wê, ji berê gelek û gelektir bi hêz e, ji ber ku bi rêxistine, ji ber ku Rêberê wê bîst sal e di zindanê de ye jî têk neçû, berovajî hê xurtir bû û şoreş pêkanî. Bi vêna ve girêdayî, êdê hem hêzên hundur û hem hêzên derve, hinek ji neçarî, hinek jî bi dilûcan li gel vê tevgerê cih digirin.
Êdî Receb û Devlet vê rastiyê dibînin-nabînin ew zanin! Ew kurdên maqûlên wan û dewletên “dost”ên wan jî weke berê ne li gel wan e, bila vêna jî zanibin. Ma hema ev mînak ne bes e gelo ji bo wan? Ma nabînin; heyetek filan dewletê diçe ba wan, ji heman dewletê heyetek hê mezintir diçe ba rêveberiya xweser!