Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ji ber ku paqijî baş nayê kirin cara sêyemîn e rastî tofana kêzikan hat. Ji ber kêzikên zêde 2 serwîsên nexweşxaneyê hatin valakirin
Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl ku yek ji nexweşxaneya herî mezin a Amedê ye cara sêyemîn e rastî tofana kêzikan tê. Her çend ji ber ku paqijî baş nayê kirin Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Amedê piştî venêrtinê 11 hezar û 368 tl ceza lê birî jî dîsa li gorî tê xwestin paqijî nayê kirin. Ji ber ku paqijî nayê kirin û nayê dermankirin kurm û kêzik zêde bûne. Nexweşxaneya ku di cotmeha 2018’an û sibata 2019’an de rastî tofana kêzikan hat, niha cara seyemîn rastî tofana kêzikan hat. Ji ber nexweşxane rastî tofana kêzikan hat, rayedaran neçar man ku 2 serwîsên nexweşxaneyê vala bikin. Ji ber ku rayedarên nexweşxaneyê piştî 2 caran tedbîr negirtin dîsa kêzik zêde bûn û li her derê kêzik derketin, neçar man ku 2 serwîsan vala bikin. Piştî li serwîsên Kardiyolojî û Cerahiya Giştî kêzik zêde bûn, her du serwîs hatin valakirin. Lê heta niha rayedarên nexweşxaneyê têkildarî mijarê tu daxuyanî neda ne. AMED