Ji aliyê Şardariya Bajarê Mezin a Wanê ve li navçeya Bêgiriyê ji jinan re semînera tenduristiyê hat dayîn
Serokatiya Daîreya Karên Tendirustiyê ya ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezîn a Wanê de kar dike, ji bo balê bikişîne ser pirsgirêkên jin li gelek taxan dest bi dayîna semîneran kir. Di çarçoveya van xebatan de li navçeya Bêgirî ji aliyê Seroka Daîreya Karên Tendirustiyê Çîgdem Altinoglu ve ji bo jinan semînera tendirustiyê hat dayîn. Di semînera ku jinan elqeyeke mezin nîşan da de Altinoglu derbarê tenduristiya zêdebûnê, muayeneya pêşîran, penceşêra pêşîran û penceşêra malzarokê de semîner da.
Hat ragihandin ku dê semînerên bi vî rengî heta dawiya salê berdewam bikin. WAN